Li hember otobûsa weguhestina karmendên girtîgehê êrîşek bombeyî pêkhat

Li hember otobûsa weguhestina karmendên girtîgehê êrîşek bombeyî pêkhat

Li bajarê Bursa yê Tirkiyeyê di otobuseke veguhestina pasewanên girtîgehê de teqînekê rû da û kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat got; li gorî agahiyên destpêkê yên wan ev êrişeke terorîstî ye.

Li bajarê Bursayê li taxa Yenî Karamanê di demjimêr 07.40an de di otobûseke veguhestina pasewanên girtîgehê de teqînekê pêkhat.

Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Rewşa 2 birîndaran giran e.

Piştî teqînê gelek ambulans û tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûherê hatin şandin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Parêzgarê Bursayê wiha axivî: “Teqemenî li ser rêya otobûsê li binê darekê hatibû danîn, li gorî nirxandina me cûreyê teqemeniyê ya ku bi destan hatiye çêkirin e û di dema derbasbûyîna otobusê de ji dûr ve hatiye teqandin. Pasewanekî girtîgehê canê xwe ji dest da. Di otobusê de nêzîkî 30 kesan hebûn. Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Dadê dê bêne Bursayê. Li gorî nirxandina me ev êrişeke terorîstî ye.”

Pustên heman beş