Li Helebê Komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn

Li bajarê Helebê yê Sûriyê, Ermeniyan bi rêya meşekê komkujiya sala 1915an bibîr anîn.

Li Helebê, meşa bîranînê bi şev ji Kenîseya Ermenên orthodox bi bilindkirina ala û sloganên protestokirina komkujiyê destpê kir û ber bi goristan û monûmenta taybet bi komkujiyê hat kirin.

Qeşe Massis Zoboyan got: “Em ligel vî cemawerê mezin ê gelê xwe ji kenîseyê hatine, em hatine careke din vî cihê pîroz, xwe ji şehîdên xwe re bitewînin, ku di komkujiyekê de bi destê Tirkan hatine qirkirin. Piştî derbasbûna 107 salan, em hatine cîhan û Tirkan li ser vê komkujiyê agahdar bikin“.

Di navbera 1915 û 1923an de bi hezaran Ermenî ji komkujiya Osmaniyan rizgar bûn û li Helebê bicîh bûn.

Li gor Wezareta Diaspora ya Ermenî, berî şerê navxwe yê Sûriyê nêzîkî 100 hezar Ermenî li wî welatî hebûn, lê niha çavdêr dibêjin zêde kêm tenê 25 hezar Ermenî mane, piraniya wan jî li Helebê ne.

Li gor Navenda Navdewletî taybet bi komkujiyan, di navbera salên 1915a û 1923an, di navbera 600 heta yek milyon û 800 hezar Ermenî bi destê Osmaniyan di salên şerê cîhanî yê yekem de hatine kuştin.

Pustên heman beş