Her tiştekî sînorên xwe hene

Her tiştekî sînorên xwe hene

Simko Ebdulezîz

Ev sernivîs gotina Karayilan e ku di 21 Nîsanê de gotiye, di vê gotinê de wusa xuya dike ku; “egerê sereke yê operasyona dawî ya Tirkiyê li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn – Basiyanê têxe stûyê partiyên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê û bi taybet Partiya Demokrata Kurdistanê sûçdar dike.”

Ev sernivîs gotinek pir ciwane lê şirovekirinek pir ne cuwane û çi rastî jê re tuneye .

Tê dîtin ku heya radeyekî her çi qas kêm be jî lê hizra netewî li cem Karayilan heye, ger bê û ew bi hevrêyên xwe yên di nava Konseya PKKê de bê miqayesekirin. Lê wisa dibînim ku Karayilan ji aliyê konseya PKKê gelekî hatiye dûrpêç krin bi awayekî ku bi tenê laşeyê Karayilan bi xweye, lê hişê Karayilan ne hişê wî bi xwe ye û li gor hişê xwe daxuyaniya nade, belku  li gor hiş û xwesteka konseya PKKê û bi taybet li gor hişê Cemîl Bayik daxuyaniya dide .

Ev yek bi eşkere li ser rûyê wî xuya dike, ew pir baş fêm dike şîroveya wî li ser bûyeran dûre ji rastiyê, lê dîsa jî bi kelecanek pirr balkêş axaftinên ku ew bi xwe bahwer nake dibêje .

Raste her tiştî sînorên xwe hene, pêwîste ji îro pê de tev partiyên Kurdistanî bi hemû nerînên cuda ji PKKê re bibêjin her tiştî sînorên xwe hene, sebra me, tehemûla me û her tiştî sînorên xwe hene bi tenê ev îxaneta we ji Kurd û Kurdistanê re ye ku ti sînorên xwe tunene û divê sînorek ji bo were danîn, bese û êdî dev ji vê îxaneta xwe berdin û sînorên tehemûla me neceribînin.

Ya ku niha PKKe li tev perçeyên Kurdistanê dike ne kurdayetî ye, belku caşatiyek modern e, PKKe niha bi têgîn û taktîkek nû caştiyê dike .

Pêş niha caşitî bi eşkere dihat kirin û serok caş bi awayekî eşkere bi dewletên dagirker re li dijî hêzên şoreşgerên kurdî tev digeran, pêş niha cehşa bi eşkere mûçe û çekê xwe ji dewleta dagirker werdigirt, pêş niha hêzên çekdarên caşên Kurd mil bi milê hêzên leşkerê dewletê êriş dibirin ser hêzên şoreşgerên kurdî, lê niha cîhan hatîye guhertin, awayê caştiyê jî hatiye guherîn, PKKê jî li gor van guherîna guherîn di awayê caşitîya xwe de kiriye û ji caşitiya kilasîk ber bi caşitiya moderin gav avêtiye.

Li gor tev pîveran, ya ku PKKe niha di hemû perçeyên Kurdistanê û bi taybet li Başûrê Kurdistanê dike, caşitiye, kesê ku mejîkê wî hebe wê bikare baş vê yekê fêm bike.

Her kes baş dizane, dema karê mirov bikeve di xizmeta dewleta dagirker de û dijî destkeftên netewî yên milletê xwe tev bigere, li gor tev pîveran wê demê mirov dibe caş, partî û rêxistina mirov tê de dibe caş, rêber û serokê partî yan rêxistinê jî dibe caş.

Ger em li virr bipirsin gelo ya ku niha Konseya PKKê li Başûrê Kurdistanê dike, dibe seroktiya caşitiyê?? Belê, dibe serok caşitî.

Çewa dibe serok caşitî?? Ger bi kurtasî li bîra xwe bînin, li destpêka salên 90an de û dema parlemento û Hikûmeta Kurdistanê hatî damezrandin, dewleta Tirkiyê pirr aciz bû û tev hewildan kirin ku parlemento û Hikûmeta Kurdistanê bi rêya leşkirî ji nav bibe, lê nekarî wî karî encam bide û gotina serok Mesûd Barzanî ya bi nav û deng li bîra her wilatparêzekî ye dema gotî “Tirk li wê demê dikare were başûr, dema tankên wê li ser laşê min de derbasî başûr bibin.”

Li virr pirs eve: gelo çima niha leşkirê Tirkiyê dikare were nava xaka başûr? Bersiv jî wê ev be PKKe bûye hêncetek yasayî û siyasîy ku dewleta Tirkiyê derbasî nava xaka Başûr bibe û dagir bike, bêy ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê yan partiyek Başûr bikare gavekî li dijî Tirkiyê bavêje, ji ber ku PKKe bûye pira derbasbûna Tirkiyê û rê li ber wê xweş dike .

Anku karên PKKê ji Tirkiyê re dibin sedemên yasayî û siyasî ku leşkirê Tirkiyê were nava Başûrê Kurdistanê de, yanî hebûna gerîlayan li Başûr bûye eger ku leşkirê Tirkiyê were nava xaka Başûr û baregehên leşkerî lê saz bike, anku em dikarin bibêjin: konseya PKKê bûye serok caşên modern û gerîla bûne mazota siyaseta wan serok caşan .

Ji ber vê yekê ji Karayilan re dibêjim: raste, her tiştî sînorên xwe hene, heya vir û êdî bese caştî, ji ber ku kesatiya te û rabirdûyê te dûre ji serok cehşan.

Pustên heman beş