Tirkiyê kuştina leşkerê xwe yê 5an li Herêma Kurdistanê ragihand

turkey-pkk-conflict-kurdistan-iraq-turkey-army-kill

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê kuştina leşkerekî din li Herêma Kurdistanê ragihand, bi vê yekê hejmara leşkerên ji destpêka operasyonê hatine kuştin, gihîşt 5 leşkeran, ev li gorî Tirkiyê, lê belê li gorî PKKê nêzî 200 leşkeran hatine kuştin!.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja çarşemî 27/4/2022ê ragihand ku leşkerekî din yê wan bi navê Dogan Kurkimaz li Herêma Kurdistanê di operasyona Pence-Kilît de, ji hêla PKKê ve hatîye kuştin.

 Ev li demekî tê wezareta bergiriyê duh roja sêşemî kuştina leşkerekî din bi navê Yûnis Kalkan li Herêma Kurdistanê ragihandbû.

Ev jî dibe leşkerê 5an di operasyona Pence-Kilît da ji hêla PKKê ve tê kuştin û Tirkiyê kuştina wan piştrast dike, lê belê li gorî PKKê, ji destpêka operasyonê ku li 17 nîsanê destpêkirbû, çekdarên wan 218 leşker kuştine, 7 Gerîla ji jiyana xwe ji dest dane!.

Tirkiye jî dibêje wan 56 gerîla kuştine û 5 leşkerên wan hatine kuştin.

Pustên heman beş