Îranê ji Iraqê daxwaza rawestandina çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

وزير-خارجية-ايران-الحلبوسي-Îran - Iraq

Wezareta Derve ya Îranê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê rawestînin.

Roja Çarşemê 27ê Nîsana 2022an Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên EmîrEbdullahiyan re civiya û li gor nûçeyên medyaya Îranê, Husên EmîrEbdullahiyan piştî civînê bi çapemeniyê re ragihand, wan daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye ku rê li ber çalakiyên hêzên dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser axa Iraqê bigirin.

Husên EmîrEbdullahiyan got, “Hêzên dijî şoreşê û cudaxwaz yên Îranê li Iraqê nabe ku xwedî ewlehî bin ku metirsiyê li ser Îranê çê bikin û ber bi xeteriyê ve bibin”.

Medyaya Îranê ragihand, Serokê Parlemana Iraqê diyar kiriye ku ew rê nadin tu kes û rêxistin ji bo ewlehîya cîranên me wekî metirsî kar bikin.

Ji salên 90î ve hejmarek partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregeh û navendên xwe ji deverên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de derbasî kûrahiya Başûrê Kurdistanê kirin. Partî dibêjin ku ew ê ji Herêma Kurdistanê êrîşî hêzên Îranê nekin û çalakiyên wan ên serbazî di nava Rojhilatê Kurdistanê de tê kirin.

Pustên heman beş