Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê ji bo diyarkirina çarenûsa PKKê li Şingalê ye

Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê ji bo diyarkirina çarenûsa PKKê li Şingalê ye

Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê gihîşte Şingalê û rewşa ewlehiyê û çarenûsa PKKê li navçeyê gotûbêj dikin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro şemiyê 30yê Nîsana 2022yan, şandeke bilind a ewlehiya Iraqê ku ji Serokerkanê Artêşê Ebdulemîr Reşîd Yarallah, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemrî û Rêveberê Giştî yê Îstixbaratê û Fermandarê Hêzên Bejahiyê pêk tê, gihîşte Şingalê.

Li gor zanyariyan, rewşa ewlehiyê ya navçeyê, çarenûsa çekdarên PKKê li Şingalê mijara sereke ya civîna şanda bilind a hikûmeta Iraqê ye.

Ev serdan piştî aloziyên van demên dawî yên navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê yên li navçeyê, pêk tê.

Pustên heman beş