Bêdengiya li himber îtîhama `Xiyanet`ê !

Bêdengiya li himber îtîhama `Xiyanet`ê !

Dara Bilek

Hinek bûyer rûdidin û bandora wan li civatê geleke. Lê dema aliyek tenê bûyera dinirxîne û li gora îdeolojiya ku diparêze û herweha di çerçoveya pilanekî amadekirî de tevdigere û agahdariya belav dike, ew dibe wek rastiyekî û rastiya heyî li ber çavê civakê winda dibe.

Wek tê zanîn ev e demeke ji bo operasyonên Tirkiye li başûrê Kurdistanê û herweha ji bo aloziyên li devera Şingalê navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de, li bakurê Kurdistanê  hinek çalakî têne kirin. Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar dibin. Her siyasetmedarek, rewşenbîrek, nivîskarek û çalakvanên Kurd baş dizanin ku, ev rêxistin û dezgehên navê wan borî hemû ne tene girêdayê PKKê ne, PKK bi xwe ye.

Çalakî û xwepêşandanên ji aliya van rêxistinên PKKê ve tene kirin, PDKê û Barzaniyan dikin armanc û wan bi tiştên xirab itham dikin. PDK û Barzaniya bi xiyanetê itham dikin û hemû xwepêşandanan de dibêjin “ Bimre Îxanet“ Yanî vekirî dibêjin ku bimre“ PDK û Barzanî “.

Xwepêşandana li Geverê hatî kirin de , Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axavtinek kir û beşek axavtina xwe de got:“ “Em li vir bang li xelkê Başûr dikin; parastina destkeftiyên gelê Kurd peywira hemû Kurdan û ya Kurdên Başûr jî ye. Malbata Barzanî û PDK’ê bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re destkeftinên Kurdan pêşkeş kirine. Em vê helwestê şermezar dikin. “

Herweha Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û beşek axavtina xwe de got: “ divê em li dijî van û yên bo berjewendiyên xwe nirxên xwe difiroşin derkevin. Bi salan e tu encam ji êrîşên xwe negirtin. Divê Kurd li dijî van êrîşên tunekirinê bibin yek û bi hev re tevbigerin. Divê gelê Kurd bertek nîşanî PDK’ê bide ku ji Tirkiyeyê re xizmetê dike. Qazî Mihemed 75 sal berê wesiyet kiribû. Digot; ‘ji bo pere û berjewendiyên xwe gelê xwe nefiroşin. Bibin yek ji ber ku hûn bihêz in. Heke hûn bibin yek dê bi ser kevin.’ Lê PDK îro vê wesiyetê binpê dike. Lê gelê Kurd dê vê wesiyetê pêk bîne. Sekna gelê me dê pêşeroja me diyar bike. Lewma divê êdî gelê me yê Başûr ji PDK’ê re bibêje êdî bes e“

Herkesek baş dizane ku, di van bûyeran de dîtina PKKê çiye û niha jî bi hemî hêza xwe bere xwe daye PDKê û şerê Barzaniya dike. Ji aliyek din ve gelek baş tê zanîn, PKK di kesayeta PDKê û Barzaniyan de şerê dewletbûna Kurda dike û berpirsên PKKê her minasebetekî de dijitiya xwe ji bo pêvajoya dewletbûna Kurda eşkere dikin û vekirî jî dibêjin em rênadin vê yeke.

Bê guman mirov dikare bi gelek dirêjahî behsa vê siyaseta PKKê bike. Lê her tişt gelek bi zelalî li holê ye.

Li vê dere pirsek heye ku, gelek nayê gotubêj kirin. Niha li bakurê Kurdistanê gelek partî, aliyên siyasî û kesayetên Kurd dewletbûna Kurda dibarêzin. Hemî jî statûya başûrê Kurdistanê wek destkeftiyek dîrokî dibinin û dibêjin gerek her qadê de ev destkeftî bene parastin û gerek em, wek bîboka çavên xwe xwedîti yê li van destkeftiya bikin“ Ev helwesta herî raste.

Lê mixabin ev yek helwest û tevgera rojane de naxweyên û  piraniya van aliyan destkeftiyên ku behsê tene kirin bi awayê pêwîst naparêzin û lê xwedî dernakevin. Ji ber ku piraniya van aliyan li himber ithamên PKKê di derbarê başûrê Kurdistanê de bê dengin.

Gelo eger yek hewlbide tiliya xwe bike çavê mirov de û bîboka çav derêxe mirov dikare bê deng bimîne? Eger mirov bê deng bimîne, ti wateya ku tişta tê gotin namîne û gotin jî bi şik e.

Mixabin piraniya aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê, li himber çalakiyên rêxistinên girêdayî PKKê ku,  PDKê û Barzaniya bi xiyanetê îtîham dikin bê helwestin, li himber tehdîda bi navê Kurda li ser pêvajoya dewletbûna Kurda bê dengin. Eger ti tiştekî biparêzî û yek êrîşê bîne ser tişta ku ti dibarêzî, gerek ti xwedî helwestbî bertekî nişan bidî. Wek din bê dengîya te ava aşê êrîşkariyê zede dike. Belkî tuzekî giranbe , lê bê dengî bi awayekî teyid kirina siyaseta ku PKK rêve dibe ye.

Gelo ev çalakiyên li dijê PDKê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê dikin raste? Eger rast be bila pisgiryek vekirî bê kirin. Na eger ne raste û zererek mezin dide tevgera netewiya Kurdistanî û dibe asteng û tehdit li ser dewletbûna Kurda, li dij derkevin. Pirs evqas hêsane û ne pêwîstî tu nirxandinên kûr û dûr e.

Bû guman gelek niştimanperwer, siyasetmedar di medya civakî de li dijî vê helwesta PKKê û propaganda wan a li dijî PDKê, herêma Kurdistanê û Barzaniyan derdikevin û eşkere dîtinên xwe dibêjin. Lê em behsa siyaseta partiyên siyasî, rêxistin û aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê dikin.

Eger mirov baş bere xwe bide malperên fermî yên van partî û rêxistina dê pirs hê zelaltir bê têgihandin.

Pustên heman beş