Fînland bi fermî daxwaza Endambûnê da NATOyê

Serokê Fînlandiyayê, roja çarşemê, tekez kir ku endambûna welatê wî bo NATOyê dê “li dijî ti kesî” nebe, piştî ku Mosko hişyarî da Helsnkî derbarê “bersivdan” di egera beşdarbûna wê de.

Di dema îmzekirina peymana parastina hevbeş bi Berîtanyayê re, serok Saul Ninisto bang li Mosko kir ku xwe ji ketina Helsnkî ya di hevpeymanetîya NATOyê de berpirsyar bibîne.

Wî got: “Eger em beşdarî (Atlantîk) bibin, bersiva min (ji Rûsyayê re) dê ev be: Hûn ji vê yekê berpirsyarin, li xwe li neynkê binêrin.

Wî tekez kir ku “tevlîbûna NATOyê dê ne li dijî kesî be (…) Ger Fînland ewlehiya xwe xurt bike, ewê ne li ser hesabê ti aliyekî din be.”

Tê pêşbînî kirin ku di rojên pêş de namzetiya Fînlandiyayê ji bo tevlîbûna tifaqê were ragihandin û dibe ku Siwêd jî heman gavê bavêje.

Pustên heman beş