PKK e û çi dibe bila bibe!!

PKK e û Çi dibe bila bibe!!

Rêxistina PKKê zehif dibêje: “çi dibe bila bibe”, mînak: çi dibe bila bibe, emê faşîzmê têk bibin, emê dijmin tune bikin, emê rojhilata navîn biguherînin, emê berxwedanê geş bikin!! Herî dawî li ser navê du zarokan gotiye: “çi dibe bila bibe, emê dagirker têk bibin”!!

Ji damezrandinê û heya roja me ya îro, ev gotin bingeha xebata PKKê ye, her dema vê dibêje kurd zirarê dibînin, dijmin jî sûdê, PKKe dişubhe çêleka zer, guştê wê ji boy dagirkeran û rîxa wê ji boy kurdan.

Di 40 salên rabûrî de, rêxistinê bi gotina “çi dibe bila bibe”, dehan hezar zarokên kurd qetil kirin, yêk buhosta xaka bakur rizgar nekir, li wir nesekinî û lingê tirkan kêşî başûr û rojava kir, li rojhilat jî li gel Îranê peyman çêkir, bi kurtasî her wexta PKKê gotibe “çi dibe bila bibe”, kurdan zirar dîtiye û beşeka xaka xwe wenda kirîye!!.

Heger em hinekî li ser başûr bisekinin û vê gotinê şîrove bikin, wê senaryoyên radestkirina navçeyên weke “Zinara Kêste, Xamtîr û Kurejar, Xakurkê û Şekîf” û dehan herêmên din ji boy me pirr zelal bibin, hemwext feda kirina sedan zarokên kurdan.

“çi dibe bila bibe”, bi wateya negirînge çi biqewme, xaka welat wenda bibe, zarokên kurdan werin qetil kirin, gundên wan werin şewtandin, koçberî çêbibe qed ne girînge, girîng eve xeta ku PKKe lê dimeşe, ango xeta şerê wekalet û berferehkirina sînorên mîsaqa millî, xeta dije dewleta kurdî, êncam wergire.

Dîroka PKKê şahde ku rêxistinê bi qasî dewleta tirk zarokên kurdan qetil kirine, bi tesbîta netewên yekbûîy PKKe ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokan dike, ev jî yêk ji sedemane ku yekîtîya Ewropa û Emerîka PKKê weke rêxistineke terorê nas dikin.

42 salin PKKe dibêje: “îsal sala serketinê ye, îsal wê dawiya faşîzmê be, îsal emê berxwedanê geş bikin”, heya roja me ya îro ev derew ji rêberên rêxistnê tên bihîstin, lê ya rast 40 salên din jî biqedin ne serketinek li holê tê dîtin û nejî dawiya faşîzmê tê jiyan kirin, tişta ku çêdibe tenê hederdana xwîna zarokên kurdane, zarokên ku ji ser rîya dibistanan tên revandin, zarokên ku xuyna wan bi herwe tê feda kirin.

PKKe îro jî hatîye wêneyên hinek zarokan di medyaya xwe de parvekirine û li ser nivîsandiye: “çi dibe bila bibe, emê dijminê dagîrker têk bibin”!!.

PKKe van zarokan ji boy xapandina hinek zarokên din zêde di medyaya xwe tîne pêş, heger ne her kurdek dizane ku rêxistinê bi hezaran zarok feda kirine û dijminê dagirker hêjan çi têkbirin ji PKKê tam nekirine.

Tişta rast jî tenê eve ku bi îhtîmaleke pir mezin li rojên pêş PKKe wê şehadeta van herdu zarokan jî bi daxuyaniyekê parve bike û dîsa wê bibêje: “çi dibe bila bibe, dawiya faşîzmê nêzîk bûye”.

Pustên heman beş