PKKê êrîşa westgeheke Radyo û TV yê yên Dihokê kir

Rêxistina PKKê îro êrîşa westgeheke sazîyeke medyayê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê kir û du roket lê xistine.
Çavkainyên pêgeha Darka Mazî li başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja sêşemî 24/5/2022ê çekdarên rêxistina PKKê li naveçeyeke sînorê Zaxo, westgeheke radyo û TV yê yên parêzgeha Dihokê hedef kirine.
destnîşan kir, tu zirarên canî çênebûne, lê belê zirar bi westgehê ketîye.
Rêxistina PKKê li dema du salên rabûrî û ji bo ku şerê xwe bixe nava gund û bajarokan û her wiha ji bo ku gund werin vala kirin û bibin qada şer, dehan caran êrîşa hêza pêşmergehan kirîye, sivîl revandine û astengî ji boy şêniyên gundan çêkirine û her wiha herî kêm 19 caran rîya gundan û pêşmergehan mayîn û TNT kirîye.