Şandeke hevbeş a Swêd û Fînlandayê serdana Tirkiyê dike

Çavuşoglu-sweden-finland

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, şandeke hevbeş a Swêd û Fînlandayê sibe derbarê serlêdana wan herdû walatan bo beşdarbûna hevpeymaniya  NATOyê de serdana Tirkiyê dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê îro 24ê Gulana 2022ê daxuyaniyek belav kir û ragihand, şandeke hevbeş a herdû hikûmetên Swêd û Fînlandayê, serdana Enqereya paytexta Tirkiyê dikin û ligel berpirsên Wezareta Derve ya wî welatî dicivin û derbarê destpêkirina qonaxa endambûna wan herdû welatan di hevpeymeniya NATOyê de gotûbêjan dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê şanda herdû welatan ji Berpirsê Ofîsa Serokwezîrê Swêdê Oscar Stenstrom û Şêwirmendê Mezin ê Wezareta Derve ya Fînlandayê Jukka Salovaara pêk tê û ew şand ligel Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê sedat Onal dicive.

Her îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku niha bi serdaneke fermî li Filistînê ye û biryar e sibe vegere Tirkiyê, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ku sibe şanda Swêd û Fînlandiya serdana Enqere dikin û pêwîst e ew du welat soznameyek nivîskî îmze bikin û pêşkêşî Tirkiyê bikin ku wan dest ji piştgirîkirina rêxistinên terorî berdaye û nîgeraniyên Tirkiyê yên di vî warî de nehêlin û bi kiryar jî soza xwe bicihbînin.

Pustên heman beş