Zelensky daxwaz dike rêyek ji bo hinardekirina genimê Ukraynayê were dîtin

Zelensky daxwaz dike rêyek ji bo hinardekirina genimê Ukraynayê were dîtin

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, genimê embarkirî yê li depoyên Ukraynayê ji bo payîza îsal, digihîje 70 heta 75 milyon ton.

Volodimir Zelensky di daxuyaniyeke rojnamevanî de daxwaz kir, rêyek ji bo hinardekirina genimê ku li depoyên Ukraynayê hatine hilanîn, were dîtin.

Zelensky, Rûsyayê bi rêgirkirina li hinardekirina genimê Ukraynayê tohmetbar kir.

Serokê Ukraynayê herwiha got: “Niha 20 heta 25 milyon ton genim di depoyan de embarkirî ne, ji bo payîzê jî digihîje 70 heta 75 milyon ton.

Ev di demekê de ye ku Ukrayna li cîhanê welatê çarem yê hinardekarê genim e, lê belê îsal ji ber şerê li welat û Rûsyayê, nikare genim bîşîne welatên din û ji ber vê yekê qeyrana kêmbûna xurekê li çend deverên cîhanê serî hildaye.

Pustên heman beş