Nikarine bikerê dibezine Kurtên!

Nikarine bikerê dibezine Kurtên!

Neyartî û berberîya navxweyî wek pençeşêrê ketiye mejî û bedena hinek Kurdan. Pençeşêra bê derman bêtifaqî û neyartîya navxweyî ye. Dagîrkerên me vê yekê baş bi kar tînin û bi sedê salan e Kurdan ji hev re dikin dijmin.

Dil dixwest ku neyartî di nav Kurdan de tunebe û bi tifaq û yekîtîyek netewî Kurd jî wek xelkê bibin xwedan dewlet û azad bijîn. Lê mixabin destê dijmin ji nav me dernakeve, geh bi navê îslamê û geh jî bi navê çepîtîyê me ji hev tar û mar dikin. Kurdan can û malê xwe, her tiştê xwe di ber PKK de feda kir.

Ji bo azadîya milletê Kurd û Kurdistanek serbixwe tu fedakarî nema ku nekir. Lê mixabin encam û firêza şerê 40 salî li ber çava ye. Hûn dev ji gund û bajaran berdin, heta niha koxikek mirîşkan jî nehat azad kirin û ji bo îdeolojîyên biyanî, ji bo xeyalên bê armanc ked û xwîna sed hezar Kurdî belasebeb hat rijandin. Dev ji armanca Kurdistanek serbixwe hat berdan, Bakurê Kurdistanê kavil û wêran bû, Kurd derbeder bûn, asîmîle bûn, ji hizra netewî dûr ketin û kêfa neyaran li me hat. Hem jî bi destê Kemalîstên Tirk û bi ked û xwîna Kurdên reben.

Îro beşek ji welatê me nîv azad e, ew jî Başûr e. Nîv azadîya Kurdan jî bûye kelem û strî û ketiye çavê hinek xêrnexwazan. Neyartîya dagîrkerên Kurdistanê tê fêhmkirin. Lê gava beşek ji Kurdan PDK û Barzanîyan bikin mahne û dijminatîya destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bikin, ev ne xêr e û nayê daqurtandin. Herweha heger hinek rabin û PYD bikin mahne û dijminatîya destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bikin, ev jî ne li xêra me ye û divê neyê daqurtandin. Pirsgirêk û nakokîyên partîtîyê cuda ne û neyartîya destkeftîyên azadî û serxwebûnê cuda ye.

Dijminatî û neyartîya PDK û Barzanîyan ji PKK û alîgirên wê re bûye xalek sereke.

Heyf! PKK a ku binê wê Kurd û piranîya serkêşên wê Tirkên Alewî û Kemalîst in, neyartîya PDK û Barzanîyan kirine xalek ji xalên xwe û di kesayetîya PDK û Barzanîyan de neyartîya netew-dewletê û Kurdistanek serbixwe dikin. Bêguman PDK û Barzanî ji wan re mahne û hincet in. Armanca bingehîn neyartîya netew-dewletê û serxwebûna Kurdistanê ye. Êrîşa ser PDK û Barzanîyan êrîşa ser nirxên netewî ye. Ji xwe di çapemenî û daxuyanîyên rêvebirên PKK de her tişt bi zelalî û eşkere tên gotin û nivîsandin.

Serok û rêvebirên PKK helbet baş zanin bê PDK çi ye û Barzanî xizmeta çi dikin. Baş zanin ku Barzanîyan ji bo Kurdistanek serbixwe şer kiriye û dikin. Sedema êrîş û neyartîya wan ev e. Ji bo ku rastîya Barzanîyan veşêrin, îcar bi mahne û dek û dolabên din dixwazin Barzanîyan di çavê alîgirên xwe de reş bikin. Ew alîgirên ku belkî qet weşanên PDK naşopînin û dîroka Barzanîyan nexwendine û naxwînin, bi derewên serok û rêveberên xwe dixapin û wek koma pez didin dû gotinên wan.

Ji xwe ew kesên ku pankartên li dijî PDK û Barzanîyan hildigirin û Barzanîyan tohmetbar dikin, piranîya wan Kurdên nexwende ne û yên xwende jî piranîya wan Alewî û Kemalîstên çep ên ku li ber destê Yalçin Kuçuk mezin bûne. Yalçin Kuçuk bilasebeb nedigot “ Min Kurdên Bakur kirin dijminê Barzanîyan “. Werhasilî kelam, bavpîrên me bilasebeb negotine “ Filankeso nikare bi kerê, dibeze kurtên “. Ewên ku Bakurê Kurdistanê wêran kirine û di 40 salî de bihustek ax azad nekirine, reviyane Başûr, beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagîr kirine, bi serokatî û rêveberîya Kemalîstên Tirk û li ser pişta gerîllayên Kurd dijminatîya destkeftîyên Başûrê Kurdistanê dikin. Yanî, mixabin hevallerên me nikarin bi dewleta Tirk, dibezin Kurdên reben.

Pustên heman beş