Ergenekon li Zapê

Ergenekon li Zapê

-Dronên Îranê û roketên kornêtê Metîna

Berî çend rojan salvegera şehîdbûna wan pêşmergeyan bû ku bi roketa korneta PKKê li çiyayê Metîna hatibûn şehîd kirin. Ev bûyer wê ti carî di hişê gelê Kurd de neyê jêbirin. Ji ber ku ne tenê PKK, kes nikare vê xwînrijandinê înkar bike. Fermandarê payebilind ê HPG’ê Ozgur Jiyanda bi delîlan her tişt nîşanî gelê Kurdistanê da. Ecêb bû ku tenê sê roj piştî bîranîna bûyerê, rejîma Îranê bi dronan êrîşî Hewlêrê kir. Tevî ku ev ne cara yekê ye ku Îran bi rêya Hîzbullah û milîşiyayên Heşda Şebbî êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Lê dema ku êrîş pêk hat, Saziya nûçeya (Mihr)a Îstîxbaraa Îranê û dezgeha (RojNews)a PKKê, her du jî nûçeyek parve kirin ku li vê cihê Mossad a Îsraîlî hebûye. Lê ji bilî xelkê sivîl, erebe û xwaringehan tu kes zirar nedît. Ne Mossad û ne jî kesekî din li wir bû. Dema ku bûyerek diqewime, çapemeniya PKKê ji dagirkeran bêhtir êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Ji ber ku bingeha ajansên nûçeyên Îranê û çapemeniya PKK’ê yek cih e, ew jî qereqolên (Hemze) û (Ramazan)ê Îtlaata îranê ye.

-Gelo wê Kobanê bibe Efrînek din?

Di sala 2018an de, PKK ji bo ku hêcetê bide dewleta Tirk, xelkê belengazê rojava bi wêne û sembolên Öcalan û PKKê anî ser sinora Tirkiyeyê û arteşa Tirkan kişand nava axa Rojavayê Kurdistanê. PKK li ku derê bixwaze dijminan bîne nava axa Kurdistanê, wê tiştê bi pilaneke xurt dike û sivîlan dike mertala xwe. Çend roj berê PKK’ê mirovên Kobanê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve kom kir, li pişt wê pilana PKK’ê tenê armancek heye, ev jî ew e ku rayedarên PKKê ji bo dewleta Tirk îspat bikin ku ew bi rastî jî dilsozê Kemalîzmê ne û rê li ber Erdogan vedikin ku Kobanê dagir bike. Dema Murat Karayilan di televîzyona PKK’ê de got, “Ez li dijî bilindkirina ala û sembolên PKK’ê ya li rojavayê kurdistanê me û Sebri ÖK ji vê tiştê berpirsyar e”, ev lîstikeke pêkenok e. Ji ber ku dixwaze bi vê rêkê xwe paqij nîşan bide, dilê Kurdan û dilê dewleta Tirk jî neêşîne. Ev tê wateya kuştina du çûkan bi kevirekî. Eger sibê Tirkiye mîna Efrînê Kobanê jî dagir bike, wê Murat Karayilan bi destê xwe yê rastê li ser bêtêlê biqîre: Dil li Kobanê lêdide, di destê wî yê çep ji de saatê 13 hezar dolarîya Rolex heye. Xelk ji divê nanê hişk bixwin û bibin qurbanê Fîrewnên Qendîlê. Ji ber vê yekê, eger sibe Tirkiye Kobanê dagir bike, divê gelê Kurdistanê hesabê Efrîn û Kobanê bi hev re ji PKK’ê bistîne.

-ATV ya Tirkan û Stêrk TV ya PKKê

Di çend rojên derbasbûyî de kanala ATV ya Tirkan bi rêya rêze filmekê heqaret li Serok Barzanî û hikûmeta herêmê kir. Her çiqas ev heqaret ne nû ye û Tirk ji Barzanî û kurdan re nefreteke dîrokî dikin. Ji ber ku ev 60 sal in Barzanî bi hişmendiya netewperestiya Kurdî xewna çepê Tirkan û Kemalîzmê pûç dike. Lê di vê navberê de kes bi qasî medya û alîgirên PKK’ê kêfxweş û heyecan nebû. Ji ber ku PKK û Tirk hevdu temam dikin û yek armanc û pilaneke wanê hevpar heye, ew jî rûxandina desthliatdariya li Başûrê Kurdistanê ye. Ew heqaretê kanala ATV li hemberî kurdan dike, Stêrk TV jî heman tiştî dike. Ew bi tirkî ye û ya din jî bi kurdî ye. Her ku roj hiltê, manşetên rojnameyên (Airna û Mihr)ê îstixbarata îranê û (Yeni Özgür Politika)yê PKKê wek hev in. Heta gelek caran medyayan PKK ê zêdegaviyê jî dikin, Ji ber ku xwe weke nûnerê Mîta Tirkî û îstîxbarata Îranê dibînin, ji ber vê yekê kêmasiyên wan ji di dijberiya kurdistanê de tijî dikin. Wekî ku kurd dibêjin: xulam û sepanê axayê xwe ne.

-Guhertina nexşeya herêmê û tesfiye kirina terorîstan

Piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê cîhan bi giştî û bi taybet jî rojhilata navîn di bin guhertina nexşeyan re derbas dibe. Ji ber ku Amerîka û NATO êdî bi hêsanî nikarin meydanê ji bloka Rûsya-Çîn-Îranê re vala bikin û destûrê bidin ku faşîzm dest li herêmê werde.

Îro Başûrê Kurdistanê di warê gaz û petrolê de hewl dide bibe alternatîfa gaza xwezayî ya Rûsya û Îranê ji bo cîhana derve. Seredanên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşaneya vê rastiyê ye . Bi taybetî jî seredana wî ya ji bo Brîtanyayê. Ligel van hemû tiştan jî, PKK mîna leşkerê Hemîdiye û çavsaxê artêşa dagirkeran, dijminatiyê Başûrê Kurdistanê dike û bûye berdevkê eniya dijminan. PKK vê yekê bi zanebûn dike, ji ber ku bingeha avabûna PKK’ê li ser dijminatiya kurd û kurdistanê ye. PKK tu carî naxwaze şerê dewletên dagirker bike, ji ber ku PKK ji aliyê wan ve hatiye avakirin û rêxistineke terorîstîya kujerê zarok û sivîlan e. PKK niha di tengasiyeke mezin de ye û rojane cihên xwe berdide û pêşkêşî dewletên Tirkiye û Îraqê dike. Di meseleya guherandina nexşeya herêmê û pirsa gaza sirûştî de, armanca NATO yê ew e ku çeteyên PKKê bên tesfiye kirin û êdî nebin gef li ser teqandina borîya petrola Kurdistanê û deverê.

–Dawiya çîrokên xeyalî

Bi dîtina min, eger PKK şîrketeke hilberîna fîlm û şanoyê bûya, wê gelekî serkeftî bûya. Ji ber ku ew çîrokên xeyalî û derewîn di rojname, medya û malperên xwe de ewqasî bi baldarî diafirînin, ku ti senaryonivîsê dinyayê nikarin bi wan re bikevin pêşbaziyê. Di vê navberê de ew kesên ku niha ji baweriya wan bi wê yekê heye ku PKK perçeyek ji me ye û ew jî girêdayî me ne, zirara herî mezin dane doza kurdistanê. Ev çîrokên xurifî û êkspayer êdî wê ji aliyê tu kesî ve neyên guhdarî kirin. Ev 45 sal in Ermenî, Azerî, Tirk û Ereban li ser serê Kurdan kirin pêşeng û rêveber û bûne dijminê dîroka Kurd û Kurdistanê. Bi hezaran Kurd tesfiye kirin û spartin axê, çiya û newalên Kurdistanê kirin navendên çepên Tirk û rêxistinên dij Kurd. Belê, ev çîrokên xeyalî bi dawî bûn. Îcar ew kesên ku dixwazin van çîrokên dawîbûnê nû bikin û têxin mejîya xelkê de, wêneyê Rewşen Balîçî yê sê salî, Çetin Gungur, Kanî Yilmaz û Enwer Ata û bi hezaran kurdên din ên ji aliyê PKK’ê ve hatine qetilkirin nîşanî wan bidin, da ku xwêdana bidin û ji xwe şerm bikin!

-Ergenekon li Zapê, Îtlaat li Qendîlê

Şerê îro li çiyayên Başûrê Kurdistanê tê kirin, ti eleqeya xwe bi gelê Kurd re nîne. Li şûna vê, senaryoyeke têkçûyî ya PKK’ê ye ku mirovên belengaz pê tên xapandin. Pêşengên PKK’ê ev 45 sal in li hember gelê Kurd bê dudilî komkujî pêk anîne. Ev 45 sal in çiya bi çiya, bajar bi bajar, gund bi gund, sivîl û mirovên bêguneh ji bo niyeta xwe ya kirêt bikar tinin û didin kuştin. Dema Duran Kalkan ê terorîst li ser ekrana televîzyona PKKê derdikeve û dibêje: “Eger em plansaziyeke hevpar hîs bikin, em ê şer ê dibin kûrahiya bajarên Başûrê Kurdistanê”. Ev gotina Kalkan ê Ermenî rê xweş kirine ji bo vejandina projeya dewleta Osmanî (Misakê Millî) û PKK ji di vê pilanê de leşkera Hemidîye û çavsaxê Tirkiye ye. Li aliyê din ji ve, Cemîl Bayik di televîzyona PKK’ê de derdikeve û dibêje: “Em ê ti carî destûrê nadin Başûrê Kurdistanê ku gaz û petrolê bişine derve.” Ev gotinên Cemîl Bayik ji bêrîka îstîxbarata Îranê derdikevin. Ji ber ku Bayik ji Îsmaîl Qaanî bêhtir dilsozê rejîma sêdareya îranê ye.

PKK ne tenê bi rêka çapemeniya vê xapînokîyê birêve dibe, lê armanca wê ya mezin ew e ku li Başûrê Kurdistanê kiryarên terorîstî ji pêk bîne. Mehek berê li Dihokê tonek TNT ku PKK’ê ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî û xwînrijandina zarok û welatiyên sivîl ji Rojavayê Kurdistanê anîbû, hatibû desteserkirin. Pirsa li vir ev e: Gelo bi rastî gelê Kurdistanê pêwîstî bi çend salên din heye da ku bizanibin PKK rêxistineke terorîstîya metirsîdar e? Ew ê kezeba wî/wê neşewitîbe, ji vê êşê fêm nake.

Dilovan Ali

Pustên heman beş