Bi gumana PKKê 38 kes hatin desteser kirin

pkk-edene

Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, derbarê 38 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn ku Alîkara Serokê Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk û hejmarek rêveberên HDPê jî di nav de ne.

Li gor medyaya Tirkiyê, di çarçoveya “eşkerekirina çalakiyên PKKê” de li herêma Çukurovayê Rêveberiya Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya ser bi Rêveberiya Emnî ya Edenê ve kar û xebat kirine û di encamê de rêveber û alîgirên HDPê jî di nav de bo 38 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Li gor agahiyan, Alîkara Serokê Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk jî di nava wê lîsteyê de ye ku biryara desteserkirina wan derketiye.

Herwiha di çarçoveya vê biryarê de îro 27ê Hezîrana 2022ê bi armanca desteserkirina van kesan operasyon hatiye destpêkirin.

Lê heta niha derbarê hejmara kesên hatine desteserkirin de ti agahiyek nehatiye belavkirin û operasyon berdewam e.

Pustên heman beş