Tirkiyê deriyê sînorî yê Serzêrê li ber welatiyan girt

ده‌ریێ-سه‌رزێرێ-deriye-serzere

Piştî kuştina leşkerekî Tirkiyê li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Serzêrê yê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê ew derî li ber welatiyên herdu aliyan girt.

Çavkaniyekî ji Deriyê Sînorî yê Serzêrê ji K24ê re ragihand, îro di demjimêr 12:00ê de, Tirkiyê deriyê Serzêrê girt û heta niha jî girtî maye.

Herwiha eşkere kir, ev biryara Tirkiyê piştî wê yekê hat ku leşkerekî Tirkiyê li nêzîkî deriyê sînorî ketiye kemîneke çekdarên PKKê û hatiye kuştin.

Çend kesên ku bi mebesta serdana kesûkarên xwe yên li hêla Bakurê Kurdistanê berê xwe dane deriyê sînorî, ji K24ê re ragihandin ku ji ber girtina deriyê sînorî li aliyê Tirkiyê, rê li çûna wan nehatiye dayîn.

Deriyê Sînorî yê Serzêrê dikeve sînorê nahiya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdî û ji ber ku niştecihên herdu aliyên sînorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê kesûkarên hev in, rojane gelek welatiyên li navçeyê bi rêya wî deriyê sînorî ve serdana hev dikin.

Ev ne cara ewil e ku çekdarên PKKê êrîşî deriyê sînorî û cihên derdora wê dikin. Roja 8ê Cotmeha 2020an, Berpirsê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan li gundekî sînorî yê navçeya Amêdiyê ji aliyê çekdarên PKKê ve teqe lê hat kirin û beriya bigihînin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.

Pustên heman beş