Swêd û Fînland dê daxwazkiriyên PKKê teslîmî Tirkiyê bikin

Nato-turkey-ardogan-sweden-finland

Swêd û Fînlandê ragihandin ku ji boy sînordar kirina çalakiyên PKKê û radestkrina kesên ku li Tirkiyê lêgerîn li ser wan tê kirin, ewê dest bi hewlên hevpar bikin.

Demeke welatên Swêd û Fînlandê ji boy tevlîbûna di Rêxistna Peymana Atlantîk ya Bakur NATOyê de, daxwazî pêşkêş kirine, Tirkiye ku endame di NATOyê de li dijî vê hewlê derket û ragihand ewê piştgiriyê nedin Swêd û Fînlandê ku bibin endamên NATOyê, li gorî Tirkiyê ev herdu welat piştgiriyê didan rêxistina PKKê.

Stokholim û Hêlsînkiyê ji boy razîkirina Tirkiyê ketine nava hewlên mezin de, hejmareke civînên sê alî hatin encam dayîn, herî dawî civîna NATOyê ya li Medrîdê ku di der encama wê de Swêd û Fînlandê û Tirkiyê daxuyanyeke Hevpar parvekirine.

Di daxuyanya hevpara di navbera Swêd, Fînlandê û Tirkiyê de hat ragihandin ku Stokholim û Hêlsînkî wê hewlên xwe û lêpirsînê li ser çalakyên PKKê yên weke leşker kirin, komkirina diravî dest pê bikin, hemwext Stokholim û Hêlsînkî wê dest bi lêpirsînan ji boy radestkirina PKKeyên ku li Tirkiyê lêgerîn li ser wan tê kirin.

Serokerkaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama hevdîtnên ku bûne sedema qebûlkirina endamtiya herdu welatan di rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de, wan “hevkarya tam” ji Fînland û Swêdê wergirtiye.

Pustên heman beş