Nûçeyên sexte û bêexlaqane yên PKK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê berdewamin

Nûçeyên sexte û bêexlaqane yên PKK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê berdewamin

Malpera PKK’ê ya bi navê Roj News ya ku li Silêmaniyê weşanê dike di servîskirina nûçeyên derew de ji bo şermezarkirina Herêma Kurdistanê û pêşmerge berdewame.

Roj News ku her roj herî kêm 2 nûçeyên li dijî Kurdistanê û pêşmergeyan parve dike, careke din nûçeyek ji bo xapandina gelê rojava çêkir. Roj News di nûçeya bi ser navê “Kelupelên ku Amerîka ji bo Rojava dişîne ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn” da agahiyên bêy çavkanî û nirxandinên bê exlaqane parve kirin.

Şahdê Rûvî duvkê Rûvî ye

Li gorî nûçeya Roj Newsê, kelupelên ku Amerîka ji baregeha Herîrê dişîne Rojava, ji aliyê hêzên girêdayî PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê yekê Amerîkayê bi zimanekê tund hişyarî daye PDK’ê. Li gor nûçeya derew û sexte ya Roj Newsê kesê ku ev kelupel dizîne “Weysî Barzanî” yê kurê Mesûd Barzanî ye.

Çavkaniya nûçeyê nivêsîna kesekî di Facebookê de ye. Roj News a derewîn, nivîsîna derew û saxte ya kesê bi navê “Dilşad Mecîd” ku li Silêmanîyê dijî û çalakvanekî YNK’ê ye û kesekê nêzî Lahor Cengî ye weke çavkanî bikar aniye. Di gotara “Dilşad Mecîd” da çavkanî tunene. Bi gotineka din, nûçeyê Dilşad û Roj Newsê nûçeyeke ku li ser maseyê hatiye çêkirin û tenê bi armanca şermezar kirina PDK’ê û xapandina gelê kurd hatiye nivîsandin.

Darka Mazî keşf kir

Li gorî lêkolîna ku Darka Mazî encam daye, diyar dibe ku ti elaqe di navbera wê nûçeya saxte û rastiyê de tune. Ji ber ku hêzên Amerîkî li her wilatekî ku lê bin, tenê leşker û personelên xwe li baregehên xwe yên leşkerî wezîfedar dike. Ew bi xwe jî hemû alîkarî û hwd.. Karên veguhastinê dike. Dema ku ew dixwaze karekî bike bi tenê hêza herêmî agahdar dike. Lêbelê, wesayît û personelên veguhastinê jî yên Amerîkayê ne. Ev yek li her devera ku bingehên Amerîkayê lê hebin heye, Amerîka li her derê heman kar dike.

Li Herêma Kurdistanê jî heman rewş heye. Amerîka tenê saziya pêwendîdara Herêma Kurdistanê agahdar dike ku dê qamîyonên xwe yên alîkarî û veguhastinê derbas bike. Ji bilî wê çi hêz tevlî pêvajoyê nabin. yanî ti rastî ji vê îdîaya bêexlaqaneya Roj Newsê re tune ye.

Rayedarê herêma Kurdistanê: PKK’e hemû alîkariyên ku em didin weke nefret vedgerîne

Derbarê mijarê da Darka Mazî seredana saziya pêwendîdara hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê da û got, “Eve ne nûçeye, ne îdîaye. Eve bi tenê hewildana afrandina derew û fesadîyê ye. Ger medya ne xwedî exlaq be, ew dê pir xeternak be. Li Herêma Kurdistanê ji sala 2012an ve heta niha bi hezaran alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin. Ti yek ji van alîkariyan ji bo armancên rîklamê nehatine bikar anîn. Herêma Kurdistanê alîkariya ji bo Rojava weke çavkaniyeka bi dest xistina dahatê nedît. Herêma Kurdistanê alîkariya xelkê li wir wek alîkariya gelê xwe dibîne. Hindek alîkarî nehênî man ji ber ku divyabû nehênî bimînin.

Her wiha çavkaniya me got, ” Roj News û rêveberê wê yê bi navê Cemîl Bayik ji her kesê çêtir dizanin ku bêyî piştgirya Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê demekê dirêj beriya niha da Rojava bibe tiştekî rabûrî. Mînak Roj News carekê ji Şahîn Ebdî dipirse, dema ku Cebhet Al-Nusre di sala 2013ê de êrîşî Serêkaniyê dikir, kê ji bo we gulle û roket şandin? Şahîn Ebdî di bersivê de dibêje; helbet Herêma Kurdistanê. Alîkariyên ku di dema êrîşa li ser Kobaniyê de hatine kirin bê hesabin. Lê ji ber ku PKK’e nankore, hemû alîkariyên me ji bo xwe wek nefret li me vedgerîne.”

Pustên heman beş