HDP sibe 5emîn kongreya xwe saz dike

hdp-kongre-4-ataturk-turkey-flag

Biryar e sibe Yekşemê 3ê Temûza 2022ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêncemîn kongreya xwe ya asayî li Enqerê saz bike.

Navenda Ragihandinê ya HDPê belav kiriye ku kongre bi slogana “Em Çareserî ne” û beşdarbûna 50 hezar endam û alîgirên HDPê tê sazkirin: Hezar û 50 kes endamên kongreyê ne û ji îro ve endam û alîgirên HDPê ber bi Enqerê dikevin rê daku beşdarî kongreyê bibin.

Di kongreyê de çendîn madde û bendên Peyrewa Navxwe tên serrastkirin, ji wan serrastkirina berbijarbûna herdû hevserokan. Heta niha tenê mafê hevserokekî heye bibe berbijêr, lê eger serrastkirin bê kirin û guhertin dengê endaman bidest bixe, ji niha û şûnde mafê herdû hevserokan dibe.

Di kongreyê de endamên serkirdayetî, encûmena partiyê û hevserok tên hilbijartin. Li gor Peyrewa Navxwe ya HDPê, di her kongreyekê de li gor pîvaneke diyarkirî, ji sedî 50ê endamên serkirdayetiyê tên guhertin û kesên nû tên hilbijartin.

Roja 30ê Hezîranê Berdevka HDPê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya heftane de ragihandibû ku nerîna giştî ew e Mithat Sancar û Pervin Buldan li ser erkê xwe berdewam bin û gotibû, serkirdayetiyeke çalak û aktîv tê hilbijartin daku li ser xebat û têkoşîna xwe berdewam bin.

Pustên heman beş