Jiberku PKK’e wan weke mertalên zindî bikartîne, neçar man gundên xwe vala bikin

Jiberku PKK’e wan weke mertalên zindî bikartîne, neçar man gundên xwe vala bikin

Gundekî navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê ji ber nîgeraniya bicihbûna hêzên ser bi PKKêyên nêzîkî gundê wan û êrîşên Tirkiyê, hat valakirin. Hin gundên derdorê jî nîv vala mane û tê texmînkirin ku di demek nêz de bi temamî bên valakirin.

Di van 4 salên dawî de PKK’ê li gelek deverên derdora Silêmanî û Germiyanê kampên leşkerî ava kirine. Kampên PKK’ê bi gundan ve girêdayî ne. Her çiqas dema ku hêzên PKK’ê ewil car hatin van deveran, gel ji hatina PKK’ê nerehet bû jî, lê dema ku fêm kirî ku piştî demeke kurt di warê aborî de mifa ji PKKê wergirtine jî bêdeng man. PKK’ê li dikanên gundan bazirganî dikir, erebeyên xelkê kirê dikirin û bi xelkê re bazirganî dikir ku malzemeyan bîne. Vê yekê, bi demê re kir ku gel PKK’ê qebûl bike, ji ber ku ji aliyê aborî ve sûdmend bû.

Lê bi demê re gundî pê hesiyan ku aliyên dinên vî karî jî hene.

PKK’e her ku diçû zêdetir diçû nava gundan, destwerdana jiyana gel dikir û gel tehdîd dikir. PKK’ê wek rêxistineke mafiyayê zextê li kesên ku wek wan dixwest tevnegeriyan dikir.

Bi taybet di 21ê Gulanê de dema balefirên Tirkiyê li nêzî gundê Tûtegelê navçeya Axçelera Çemçemalê li wesayîteke ku gel û endamên PKK’ê tê de bûn xistî, pêvajoyeke aloz destpê kir. Di wesayîtê de endamekî meclîsa gundê Tûtegel û sivîlekî din jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê gel hin daxwazên ne bi dilê PKK’ê ji PKK’ê kirin.

Li gor zanyariyên tayîbet yê bi dest Darka Mazî ketine, gel daxwaz ji endamên PKK’ê kirine ku êdî neyên gundên wan û kampên xwe veguhezînin cihên dûr, lê PKK’ê ev daxwaz red kiriye. Her wiha piştî êrîşa balefirên bê pîlot yên Tirkiyê PKK’ê berovajî vê zêdetir xwe nêzî gundan kir. Ji ber vê yekê di navbera xelkê gund û PKK’eîyan de prisgirêk derket û xelkê gund neçar man gundên xwe vala bikin.

Bi rastî ev valakirina gundê Çemçemal neya yekeme. Ji ber hebûna PKK’ê bi dehan gund hatine valakirin.

Li gor raporta komîsyona lêkolînê ya ku di tîrmeha 2020ê de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye encamdayîn de, di heyama 28 salên borî de 504 gund hatine valakirin, ji ber bombebarana berdewam a leşkirê Tirkiyê jî bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan dolar ziyanên madî çêbûne.

Pustên heman beş