Kurdo Bakurî
48 sal li ser projeya kemera (Hîzama) Erebî re derbaz bûn. Hîzama Erebî projeyek bû di bin navê çêkirina sedên avê ku erdê Erebên navçeya Reqa û dewrubera çemê Firatê di bin avê ketbûn anîne deverên Kurda ku ji Dêrka Hemko heya Serêkaniyê û Girêspî bi xweve digire, Erdê herî baş ji Kurda standin û Erebên hawirde lê bi cî kirin.
Wî serdemî ew rejêma Sûriyê Kurdên ku nerazîbûna xwe diyar dikir zîndanî dikirin siza didan, Kurda di bin zordariya hizba behis û nijad perestên Ereb de ne di karî dengê xwe bikin.
Li kêleka her gundekî Kurda gundekî Ereba lê çêkir û du beranberî hejmara Kurda Ereb lê bi cî kirin, niha eger gundê Kurda 40 mal be yên Erba gihiştiye 500-600 mala, her ku diçe hejmara kurdan kêm dibe û Ereb zêde dibin.
Lê Erebên hawirde di tirseke pir mezin dabûn ku rojek dê were û delîve bi dest Kurda bikeve û dê erdê xwe ji dest wan derînin û wana ji wê derê derxînin, gelek kesan ji wan Ereba erdê xwe teslîmî Kurda dikir û bi xwe ne hatibûn ser erdê xwe, her sal jî ew erd ji boy wî di hat çandinê û pareyên wan jêra di hat şandin, wextê ev Erebên hawirde anîne Kurdistanê dewletê li derdora çemê Firatê jî erd bi wan da.
Lê wexta şerê navxwe yê Sûriyê çêbûy û rejêma Esed bajarên Kurda bi emanet teslîmî PKK-PYDê kirin, ew Erebên hawirde ketin tirseke pir mezin û bê deng man ka dê çi bi serê wan were.
Geleka ji wan di xwestin bi pereyekî pir bê qîmet erdê xwe radestî kurd bike û bireve, heta ku hereşeyeke biçûk jî lê hatiba kirin ew ditirsiyan û dixwestin birevin, erebên hawirde di xwest bê bela baz biden.
Eşîrên erebên xwecihî jî di xwest Erebên hawirde ji wir biçin.
Sala 2014 li devera rojhilatê Qamişlo Tirbespî heya digehişt rojavayê Çilaxa, ku bi eyaleta Tirbespî dihat nasîn ku devera Tirbespî, Alîya û Sinceqê jî bi xweve digirt 7-8 gundê Erebên hawirde lê bi cî bibûn û her gundek ji 400 heya 600 mala pêk dihat.
Hin kadroyên PKKê û xelkê deverê li ser daxwaza Kurdên ku erdê wan ji dest hatbû standin biryar da, bêy ku tund û tîjî bi kar were bi îqna kirin wan Erebên hawirde bo cîh û warên wan vegerînin.
Bi însiyatîfa xwe dest bi kar bûn û rêze civînek ji wan gundên Erebên hawirde re hat çêkirin û ew Ereb îqna bûn ku bizivrin ser erdê xwe û wan dera ji bo xwedana bi cih bihêlin, heta gelek kes ji wana minetdar bûn û di gotin em li hêvîyê bûn ku kurd bi xwîn rijandin me ji ser erdê xwe derbixin.
Di serîda ew erebên hawirde ku di nav rêxistinên çekdarên tundrew de cî digirtin hatin tesbît kirin û malbatên wan ji wir hatin derxistin ji bo ku biçine ser erdên xweyên esasî, gundek û 2 Mezrê hatin valakirin 3 hezar heya 4 hezar Hektar erd ji Erebên hawirde hat pakij kirin û biryar hat dayîn li xwedana bê vegerandin.
Ew erd yên wan kesan bû ku destên wan di nav teqandinên ku di hatin kirin de bûn, ku bi vê sedemê gelek kurd têde şehîd ket bûn.
Xelkê deverê bi vî karî kêf xweş bibû ku careke din erdê wan lê bê vegerandin, lê pîlanên esed û Qendîlê ne di wê hesabê da bû ku ev karê Kadro û gelê deverê kirbû.
Ji alîyê rejîmê ve ferman ji bo PKKê hat ku ew karê kadro û xelkê deverê dest pê kirî bidin rawestandin, di navbera çend rojan de ji Qendîlê ferman hat ku ew kar were rawestandin û tanzîmê di nav wan Erebên hawirde da çêbikin, meclîs û ketîbe (tabûr)yê eskerî di nav wan de çêbikin û tevlî hêzên YPG bên kirin.
Berdevka Cemîl Bayik û konseyê Hacer Efrîn ku bi eslê xwe erebe û Mehsûm Mardîn civînek bi kadroyên PKKê re çêkir û gotin li gor telîmata Qendîlê gerek ev kar pêk were, xelkê deverê û hinek kadro bi vê telîmatê ne rihetbûn û qebûl nekirin.
Lê ev biryar bi dilê Erebên hawirde bû, ji ber ku eger tevlî YPG-Tev-Dem-PYDê bibin dê bine xwedî şehîd û mafê xwecihbûnê jêre çêbibe.
PKK-PYD-Tev-Dem bi vî karê xwe xiyaneta herî mezin li kurda û şehîda kir, bi fermana Qendîlê ew kadroyên li dijî van telîmata sekinî ji wir bo cihek din şandin, piştî vê xiyaneta PKK-PYD kirî malbatên şehîdan, kurdên welat perwer û kesên herî nêzîkî PKKê hêviyên xwe ji wan qutkirin welat û mewtenê xwe hiştin û çûn.
Dewleta rejêma Behis ku ev plane ji yekîtiya Erebên nijadperest û bi rêveberên wek Cemal Abdul Nasr babên behsiyave ne karîn binecih bikin, PKKê bi xwîna Kurda kemera Erebî di nav Kurdan da sabit kirin. Rêveberên PKK-PYDê qismek ji wan erdan bi rêka rişwe û bertîla careke din ji ereban vegerandin ve.
Xwedanê mezrea gundê rûberûy Dugirê destê wî di nav Teqandina hefara de bi dîmen hatbû tesbît kirin ku grûpeke şervanên kurd di wê teqînê de şehîd ketbûn, rêveberên xayînên PKK-PYDê ew erd neda xwedana belku careke din dan qatilê serê şervanên kurd.