Pasewanên Sînor çend xalan serbazî li sînorê Îran û Tirkiyê danan

kurdistan-iraq-turkey-iran-haci-omaran

Hêzên Pasewanên Sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve, bi armanca rêgirtin li grûpên neyasayî û qaçaxiyan, çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn.

LI gorî K24ê Hêzên Pasewanên Sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ku parastina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji erkê wê ye, du xalên serbazî li deverên Hacî Omeran, Kudu û Berdonaz ku bi Îranê re hevsînor in danîn, bi armanca rêgirtina li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan.

Herwiha diyar kir, Hêzên Pasewanên Sînor çend xal li devera Mêrgesorê û nahiya Şêrwan Mezin ku bi Tirkiyê re hevsînor in danîn.

Hat ragihandin ku Ev xalên serbazî ji bilî ku dê rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigire, dê rê li pêş bombebaran û topbarana welatên cîran jî bigire.

Pustên heman beş