Apoyino û alîgirên apoyiyan, ji kerema xwe re vê nivîsê baş baş bixwînin. Bahwer bikin, a min bi we re ne pevçûne, ez dixwazim hûn hîn bibin, ez ji mecbûrî alî we dikim. Niha ku we xwe bi xwe hevdu bikujta xem nedikir, lê hûn bi xwe re me hemiyan jî dikujin!
Di van çend mehên dawiyê de em li parlementoya tirkên zalim û vir û wir dibînin ku parlamenterên HDPê bi şêwir, dest bi xeberdana kurdî kirine. Ev dîsa çi mesele ye gelo?
Apoyino ka binerin bê ez ê çi bibêjim:
Li her derê dinyayê şert û mercên şer û pevçûn û liberxwedana netewî siyasî, dîplomasî, eskerî, aborî û kulturî ye.
Di hin hêmanên netewî de hin daxwaz karin ji hev guhertîbin, lê prensîp her wek xwe ne, bi tenê cih tên guhertin. Îcar ji vê sirtê gava me li sersedê nerî, bi hêsanî em ê bibînin ku dibe kurdên bakurê welêt yekser nikaribin serxwebûnê, lê karibin otonomiyê bi dest bixin. Di vê derbarê de ji bo ku PKK û HDP otonomiyeke îdarî-kulturî daxwaz kirine ronakbîr û kurdperweran êrîşî ser wan ne kirine; êrîş hemû li ser ku PKK û HDPa wê bê prensîp bi kar û barê neteweyî rabûne û her tişt ser û binî hev kirine. Ev yek.
Dudu: Siyaset li ser bingehê prensîpan dimeşe. Û her çi prensîpin jî ji bo ku her kes karibe bixwîne bi gotinên herî mezin tên nivîsandin. Wek nimûne:
”Ez dewleteke kurdî dixwazim. Ez otonomiya kurdan dixwazim. Ez demokratîk Cumhûriyeta tirkan dixwazim…” û hwd.
Di hersê prensîpan de mirov wek kurd divê yekê sereke bibîne û ji xwe re hilbijêre, da reng û dengê liberxwedan û pevçûna xwe jî li wê gorê bifesilîne û bimeşîne.
HDP tu çi dixwazî?
Heger tu ji kurdan re otonomiyeke kulturî dixwazî, ser çavan ez jî bi te re. Lê di vê derbarê de divê tu xwedî prensîp bî. Ne ku çend rojekî bi kurdî bipeyive, kurdan li dor xwe bicivîne û dîsa bi tirkî dolaba xwe bigerîne.
Tu divê hema niha vê bikî: Bi sed hezaran kurdan li bajarên germyan û zozanên Kurdistanê bi kurdî derxîne kolanan û bibêje,
”Yan ziman û yan neman, bijî bijî Kurdistan!” Û bidomîne. Bi telaq temamê miletê kurd, û ji bilî misilmanan, wê dinya hemû bibe hevalê we, hûn ê ji girtîgeh û zindanan bên berdan û zimanê kurdî jî wê bibe zimanê fermî yê dewleta tirkan, û tu sax!
De bikin! De gidî! De ha! Û ez ê jî bibim xulamê we! Û heta bibim çenteciyê seroka we Perwîn xanim jî! Lê hûn ê nekin, nekin dibêjim ji ber ku hûn pîber û berdoşekên zalimên tirkan e, hûn ji bo ku kurdan bixapînin, doza kurd vemirînin û her kesî bikin tirk hene, ewqas.
Lales Qaso