ENKS bang li Amerîka û Rûsya dike rê nedin Tirkiyê êrîş bike

ENKS bang li Amerîka û Rûsya dike rê nedin Tirkiyê êrîş bike

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Hevdem ligel gefên Tirkiyê yên ji bo dagîrkirina navçeyên nû, (PYD) hema hema her roj xwepêşandanan dike û wêne û PKKê bilind dike û dirûşmên xiyanetiyê li dijî partî û hêzên Kurdî davêje.”

ENKS di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî, bi taybetî Amerîka û Rûsyayê kir ku biryar û rêkeftinên navdewletî yên derbarê Sûriyê de cîbicî bikin. Daxwaz ji van aliyan kir ku kar ji bo nehîştina gefên Tirkiyê û destwerdana wê ya leşkerî di herêmê de bikin, ji ber ku dê aloziyên zêdetir ji bo kirîza Sûriyê çêbike û êş û azarên Sûriyan û bi taybetî xelkê vê herêmê zêdetir bike.

ENKS di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Rêveberiya PYDê bi kiryarên xwe yên tirsnak yên li dijî welatiyan berdewam e û her kesê ku li dijî îdyolojiya wê be, çi kes û çi hêzên siyasî be ku di serî de ENKSê, dike armanc.”

ENKS dibêje: “Êdî ne veşartî ye ku desthilatdariya defakto ya PYDê bi xistina hemû hêz û karînan di destê xwe de, nekariye çareseriyên pêwîst ji pirsgirêkên herî hêsan ên jiyanê re bibîne.”

ENKS amaje siyaset, kiryar û binpêkirinên Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku di van şert û mercên dijwar ên jiyanê de, ên wekî nebûna av, elektirîk, giranbûna nirxê sotemeniyê, ferzkirina bac li ser welatiyan û her wiha binpêkirinên wek revandina zarokan û leşkerkirina wan di kampan de, bandoreke mezin li ser bêaramiyê herêmê kiriye.

Pustên heman beş