Rojnemevana Hollandî: Nûçeya medya PKKê derew e!

Rojnemevana Hollandî: Nûçeya medya PKKê derew e!

Rojnemevana Holandî nûçeya ku medya PKKê di derbarê wê de belavkirî tekzip kir û got derew e.

Medya PKKê di çerçova kampanya dijê PDKê de nûçeyek derew belav kir. Rojnemevana Hollandî di Twittera xwe de da xûyakirin ku, medya PKKê derew kirine.

Medya PKKê di nûçeya xwe de îdia kirîbû ku,rojnemevana Hollandî Frederike Geerding ji aliyê PDKê ve hatiye girtin û sirudên Tirkî jê re lê dane û ew mecbur kirine guh bide van siruda.

Frederike Geerding li ser hesabê xwe yê Twitterê da xûyakirin ku, ev ne raste kesekî ew mecbur nekiriye guh bide sirudên Tirkî. Frederike Geerding di Twitterê de dibêje:  Rewşek bi vî awayî nehatiye jiyandin.Hêdî nûçeyên derew çênekin.Vê nûçeya derew rakin.Cardin jî nûçeyên derew neweşînin.

Pustên heman beş