Bûrokratê Brîtanyî Edmund Burke ku rojekê li parlementoyê rûniştibû li rojnamevanan nihêrî û got, “Li wir hêza çaremîn ya ji hemûyan girîngtir rûniştiye.”Ango, wî behsa hêza herî girîng a ku dewletekê zindî û serlinga dihêle, kir. Burke ev di sala 1787 li ser girîngîya rojnamegerî yê got. Ji wê demê û vir ve têgînên çapemenî, medya, propaganda, rewşenbîr, înternet û medyaya civakî ji nû ve hatin pênasekirin û bi hev ve hatin girêdan. Lê hêza çarem (ragahandin) tu carî pozîsyona xwe winda nekiriye. Bi taybetî hêza înternet û medyaya civakî ewqas zêde bûye ku aborî û siyaset bêyî van herduyan ne mumkin bûye. Artêş bi rêya medyaya civakî hewl didin ku şeran bi ser bixin.
Kurd ji herkesî zêdetir pêdvî medyayê ne
Ji ber vê yekê hûn dikarin bibin xwedî artêş, xwedî aborî, sîstemek îdarî, lê ger medyaya we ya baş tune be, lingek we yê esas kêm dibe. Ango wê laş seqed be. Xebata çapemenî, û weşana medyayê karekî wisa sitratejîk û jiyanî ye.
Bi taybetî jî medyaya miletekî wek me kurdan, bi pir dijmin û xayinan, bi awayekî xwezayî divê pir xurtir be. Dema ku ji her alî ve êrîşek bi vî rengî li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, heta ji aliyê navxweyî ve jî, divê di serî de bi dijminan re medya rûbirû were. Yanî divê li Kurdistanê xebatkarên medyayê ji ajansan re nûçeyan berhev nekin û çend bûyerên populîst dernexin pêş. Divê Xebatkarên ragihandinê yên li Herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên li dijî welatê me weke fîdaî bixebitin û bersivê bidin. Mixabin di vî warî de kêmasiyên pir mezin hene.
Çapemeniya Kurdistanê ji aliyê xwe yê hizrî, xeta siyasî, erkên xwe, ya ku divê biparêze de lewaz e. Belê, em neheqiyê nekin, li Kurdistanê xebatkarîya medyayê ne hêsan e û di medyayê de navên pir hêja û welatparêzên resen jî hene. Lê hestên pak her dem têrê nakin. Pêwîst e ku xwe perwerde bike, hişyar be, plan bike, stratejiyekî diyar bike û di serî de jî nekeve nava xefkan.
“yê taref ne be wê bertaref be”
Yek ji xeletiyên fikrî û polîtîk ku medyaya Kurdistanê tûjbûyê ew e ku dibêje “em medyayeke bêalî ne, em ji her kesî re di heman mesafe da ne”. Têgîna “bêalîbûnê” tenê di mijarên civakî de watedar e. Di mijarên siyasî de bêalîbûn nîne. Di rastiyê de, yê bê layen be wê tune be.
Li Kurdistanê xebatkarên Rûdaw ê pêşengên vê xetê ne. Dema ku Rûdaw îdia dike ku dengê her kesî ye, carna ji bilî kurdan dibît dengê her kesî. Di rastiyê de dem bi dem di raya giştî ya cîhanê de Kurdan reş dike.
Di beşa Îngîlîzî û Tirkî ya Rûdawê de di vî warî de cudabûneke cidî heye. Beşa Îngilîzî bi berdewamî bi bûyerên neyînî yên li Kurdistanê re mijûl dibe. Kesê ku rûpela îngilîzî ya Rûdawê bişopîne, dê wisa bifikire ku Kurdistan tenê cihê kuştina jinan û cinayetan e. Rûdaw dikarebû bibe rûyê vebûna Herêma Kurdistanê ji cîhanê re û dikare Kurdan bi awayekî hevseng nîşanî cîhanê bide, lê mixabin berovajî vê yekê dike.
Beşê Rûdaw ê yê Tirkî , mixabin qasî ku bûye dengê dewleta Tirk, Tayyîp Erdogan, PKK, HDP û hwd… nikariye bibe dengê Pêşmerge û dengê Herêma Kurdistanê. Ya balkêş ew e ku Rûdaw her roj ji aliyê PKK û HDPê ve bi sîxurtiyê tê tewanbar kirin û êrîş jî li wan tê kirin.
Çawa ku di artêşekê de nabe her serekê dengek jê derkeve û her kes li gorî nêrîna xwe hereket bike, li ragahandinê de jî divê her kes li gorî fikr û nêrînên xwe nûçeyan çêneke. Her kes nikare li gorî raya xwe di medyayekê de tevbigere. Rûdaw yan jî medyayeke din ferq nake, lê divê karmendên wê di ser hemû tiştî re hebûna Herêma Kurdistanê esas bigirin. Em ji bîr nekin ku Kurdistana mala me hemû ya ne. Ger em nikaribin mala xwe biparêzin, ne medya di mîne ne studyo û ne jî tiştek din. Ji bo vê jî divê em hemû bibin alîgir. Divê em hemû alîgirê parastina herêma Kurdistanê bin.
Medyaya Kurdî kî ye?
Medyaya Kurd û Kurdistanî her tim dikare desthilata siyasî, takekesên sîyasî, gendalî û bêedaletî rexne bikin. Ev jî erka wa ye. Lê hinek hene ku her çiqas kurd bin jî lê ew ne medyaya kurdî ne.
Ji bo ku bibe medyaya kurdî, pêwîst e pêşî mafên kurdan biparêzin. Medyaya Kurdî ne ew in ku her roj bi gotina “Seddam baştir bû” bêhêvîtiyê li xelkê belav bikin û propagandayê bikin û bêjin eger em Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ve girê bidin û Bexda petrol û aborî îdare bike emê aram tir bin. Ji bo vê jî kesên ku di medyaya civakî de dijminatiya Kurdistanê dikin, nikarin wek medyaya kurdî bên navkirin. Herwiha medyaya PKK’ê jî wek medyaya kurdî nayê dîtin. Çapemeniya PKK’ê ku her roj lenet li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê dike, dîrokê berovajî dike, ji Heşdî Şeibî bigire heta bi her cure mirovan, ji bo têkbirina statûya Herêma Kurdistanê, fikr û hestên dijminahî di medyayê de belav dike.
Ji ber vê yekê, em ji wan tiştekê hêvî nakin. Bi awayekî xwezayî dema ku bendewarî nebe hewceyî rexneyê jî nîne. Ji ber ku li dijî berjewendiyên Kurdistanê radiwestin. Bi rastî jî erka çapemeniya kurd ya resen ew e ku vê ragahandina dijminkar biseknîne.
Kurd û Kurdistan di bin sîvana hikûmeta Herêma Kurdistanê de bibin xwedî statuya sîyasî û navdewletî. Lê dewletên kolonyalist û cehşên wan ango eniya dij-kurd nahêle ev destkefta zêrîn baş cî be cî bibe. Dijminên me gelek in. em ne weke welatekî Skandînavyayê ne. sînorên me yên netewî û siyasî bêewlene. Em nikarin li Kurdistanê vî modela Skandînavyayê bi kar bînin. Divê Kurd li dijî her cure dijminên hundir û derve yên ku êrîşî hebûna wan dikin têbikoşin. Ev ne tenê erkê rêveberiya siyasî û Pêşmerge ye. Ji ber ku medya hêza çaremîn e. Pêdivî ye medya neteweyî di babetên gel û welat de yek deng û yek reng bin. Her serekê dengek jê nehê. Ragahandin û çapemeniya Başûrê Kurdistanê di bin saziyên parlementoya Kurdistanê de ji alîyê komite yan jî sazîyekê ve were çavdêrîkinin û meşandin. Di vê serdemê de çapemenî, artêşa herî mezin û girîng e.
Em li rojhilata navîn dijîn, dora me bi dijminan hatiye dorpêçkirin. Ev ne welatekî Skandînavyayê ye ku xwedî mafên xwe yên netewî, sînorên siyasî be û hebûna xwe misoger kiri be. Ev der Kurdistan e. Wilateke ku bûye çar parçe û hê jî mêtinger li bendê ne ku me belav û tune bikin. Divê demokrasiya me li gorî şert û mercên welatê me û rastîya civaka me be.