Artêşa Tirkiyê gundekê sitratecîk li Berwarî Bala girt

turkey-barwari-bala-pkk-galike-alixan-kurdistan-region

Artêşa dewleta Tirk a dagîrker di rîya kevin a Serzêrî re derbasî navçeyeke din ya Berwarî Bala bû, ev 3 rojin jî rêxistina PKKê ew navçe ji boy artêşê çol kirine.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, îro roja yekşemî 17/7/2022ê artêşa Tirkiyê derbasbûna leşkerên xwe di rîya kevin ya Serzêrî re ji boy gundên Berwarî Bala dewam kirîye û destnîşan kir, niha gihîştine gundê Helwa Nesara ku wê nuqteyên xwe li wir ava bikin.

Gundê Helwa Nesara yêk ji gundên devera Berwarî Bala ye, dikeve xeta sînor, girêdayî navçeya Kanî Masê – qezaya Amêdiyê ye, ev gund bi xwezaya xwe çiyayî û bilnde, liv û tevgerên çekdarên PKKê bi salane li dora gund û deverê heye.

Li gorî agahiyên destê me, artêşa Tirkiyê 3 rojan berê derbasbûna xwe ya ber bi gundê sitratecîk yê bi navê “Helwa Nesara” ve destpêkiriye û hêjan dewam dike, rêxistina PKKê jî ku liv û tevgera wê li herêmê heye, ev der çol kirin û yêk gulle ber bi artêşê ve neteqandin û ji wir bazdane.

Pêgeha Darka Mazî hîn bû ku li hefteya rabûrî rêxistina PKKê 3 çekdarên xwe şandibûn gundê “Bîgdawda – Gelîkê” wate gundê “Alîxan” yê nû – “Gelîkê ew gunde ku li oktobera sala 2020ê çekdarên PKKê Xazî Alîxan birêvebrê Asayîşa deriyê sînor yê Serzêrî lê şehîd kirî”, ev gund nêzî gundê Tirwanişê ye, balafirên cengê yên Tirkiyê bi wê sedemê navenda gund bombebaran kir, du ji wan çekdarên PKKê kuştin û yekê din feletî.

Çavkaniyên me destnîşan kirine ku liv û tevgera PKKê li dora gundê Gelîkê hene û ev leşkerkêşiya nû ya artêşa Tirkiyê ya ku di rîya kevin a Serzêrî re destpêkiriye paş bûyera gundê Gelîkê hatiye, agahî hene ku artêşa Tirkiyê bi rîya hewayî jî li dora Gelîkê da ji balafiran daketibûn.

Rêxistina PKKê li gorî pîlaneke jêr bi jêr ku li nêvbera wê û Tirkiyê de heye, ji sala 2020ê ve bi awayekî sîstimatîk şerê xwe yê saxte li dijî Tirkiyê derbasî kûrahîya xaka herêma Kurdistanê dike, ev pîlan bi 4 qunaxan hat bicîhkirine êncam jî dehan gund û navçe di van du salan de bûn navçeyên şer û şerê ku beriya 2020ê li xeta sînor dihat dîtin, îro gihaye navenda gund û dorbera bajarokan.

Pustên heman beş