Kuştina Xazî Salih Alîxan li ber çavên pênc zarokên wî û şoreşa PKK ê
Bazê Mala Alîxan, ango Xazî Salih Alîxan, berpirsê asayîşa gumrika Serzêrî, Xazî Salih Alîxan, yek ji wan rûyên ciwan ê eşîra Berwarî, di 8 ê Çirî yê de hate şehîd kirin. Midurîyeta Ewlehiya Giştî ya Hewlêrê, hêşta bûyer nû rûdayî dest bi lêkolînê kir û pişt re, ragihand ku bûyer ji hêla PKK ve pêk hatiye.
Xazî Salih Alîxan roja din ji ber navbera şolî bû çû gundê xwe, bêhnvedanê. Xazî Baxçeyek biçûk yê bavikî hebû. Ew gulleya li bedena wî ketî liber çavên zarokên wî laşê wî parçekir. Keça wî ya piçûk Serîn çavên matmayî li bavê xwe yê ku li erdê birîndar razayî, dinêrî. Alîxan tevî hemû hewildanan nehat rizgarkirin. Wî pişt xwe ra pênc zarok û jinek e çavbarîn hişt.
Şehîd kirina Alîxan ne biryar û pilana yekîneyên PKK ê yên li wê deverê bû. Ew bi biryarek navendî ya PKK-KCK ê hate terorkirin. Daxuyaniya ku li ser navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di hatin dayîn, dide xuyakirin ku biryarek hevpar ji bo encamdana cînayetan li Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn. Di vî warî de, îhale ji Murat Karayılan re hat dayîn, jiberku ew serokê hêzên çekdar e. Ji xwe di Tebaxê de, Hevseroka KCK ê Besê Hozat di hevpeyivînekê de got ku kuştina KDP rewa ye, û ewê wekî şerê birakujî neyê hesibandin.
Bi kurtî, kujerên Xazî Salih Alîxan Cemîl Bayik, Besê Hozat û Murat Karayilan nin. Nedayîna daxuyaniyek fermî ya PKK-KCK ê di derbarê şehadeta Xazî de vê rastiyê naguhere.
Xazî bi gulleyek sûîqestê hat şehîd kirin. Xortek ji yekîneya Tîmên Taybet ên rasterast girêdayî bi Murat Karayilan, du rojan li dora gund keşif dikir, û di saetê tarî bûnê de Xazî gulle baran kir û reviya.
Wê demê, Murat Karayılan li Gare di şikefta xwe ya 4 derî û di binê erdê de li benda nûçeyê bû ku kuştina ku wî plan kiribû, ka serkeft an ne. Bi bêsebrî li Televizyonên ku li bin desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê weşanê dikin temaşedikir ku kengê xeberên dawî dê derbas bibin. Nûçe li ser tv ya bûyer weke nûçe lezgîn derbas bû Karayilan bi dilşadî rabû ji Cemîl Bayık re, notek şand û digot “me xayînek siza kir” Cemîl Bayik jî li cihê xwe yê pirr ewle yê nêzîkî Silêmanîyê benda agahdar kirinê bû. Tiştê tv ya gotî nota Karayilan jî sererast kir. Dema ku ev hemû diqewimîn, zarok, jin û xizim kes û karên Xazî jî di destpêka merasîma cenazeyê şehîdî de rondik dibarandin.
Ev rastîyeke ku PKK ev demeke dirêj e li Başûr çalakiyên provokatîf dixaze bimeşîne. Di pêvajoya ku di Adarê de li Zînê Wertê dest pê kirî, starta van bûyera bû. Ji Adarê, ango ev qasî 7 mehan e, PKK bi ragihandin û propaganda dixwest ku zemîneya van bûyeran amade bike lewra jî yêkîne rêdikirin nava kûrahî yên axa başûr. Niha PKK ê bi kuştinê gava yekem avêt, ew ê li benda bersivê bisekinin û gorî wê gava duyemîn bavêjin.
Sedem çî ye ku PKK çalakiyek wisa provokatîf bike.
- Yekem; PKK li Bakur qediyaye, ew li derveyî xeta sînor nikare yek gulle jî bavêje. Ew dixwaze vê binketina xwe veşêre.
- duyem; Li Rojhilata Navîn hevkêşeyek nû tê saz kirin û PKK li derveyî vê hevkêşeyê xuyadike.
sêyem; Ew li derveyî plana hêzên cîhanî li Rojava maye, û qadroyên herêmî yên Rojava dixwazin înîsiyatîfa xwe ava bikin.
Çarem; Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, ew cewê negatîf ya ku di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ava bibû hilweşiya. Nexşerêya PKKê ya li gel hindek partîyên başûrî li dijî Hewlêr ê çêkirî, encam neda.
- Pêncem; Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraq ê re têkiliyên li ser berjewendî ya Kurdistan ê avakirî encamê baş dide. Şengal berhemek wê hevkirinê ye.
Bi kurtahî; Li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan derfetên mezin hene, Kurd dê bi ser bikevin, lê PKK difikire ku ewê bê pişk bimîne. dibêje ger ji min re nebe bila ji bo kesê jî nebe û dixwaze deskeftên Başûr-Rojava hilweşîne.
PKK aramiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xwe xeter dibîne û hewl dide ku ne aramiyê çêbike.
PKK pêkanîna cinayetekî wusa ji bo gelê Başûr bûyerek nû ye. Piraniya mirovan difikirin ku PKK partîyeke ku li Bakur ji aliyê gel ve tê pejirandin, û Kurdên ku li Ewropa dijîn bê şert û merc bi PKK re ne. Lê belê, PKK tevgereke ku bi cînayeta hemû alternatîfan xwe tune dike û bi çavtirsandina civakê xwe mezin dike.
Piraniya mezin a kesên ku têne xwepêşandanên li Ewrûpa û bacê didin ji rêxistinê ditirsin ku PKK cîhê karê wan bişewtîne, û ew ditirsin ku ew PKK bi zextê nehêle xelq biçe xwaringehên wan. ji ber vê yekê divê ew weke layengirên PKK ê xuya bikin. Ger dijberên PKK ê li Ewropa çend caran PKK ê rexne bikin, wê PKK e bi çend ciwanan êrîşî wan kesa bike û dê li wan bixe. Ew paşve dikişin da ku canê xwe biparêzin.
Li Tirkiyê rewş dijwartire. Ger hûn hinekî li dijî PKK ê biaxifin, hûnê mohra sîxurî yê bixwen û weke nûnerê dewleta Tirk werin nîşandan. Nûke PKK dixwaze eynî Senaryo li Başûrê Kurdistanê jî bimeşîne. Ev 40 sale nekarîye dinava gelê Başûr de têkilîye ke sîyasî û tanzîmî çêbike. Piştî hemû Bakûr ji dest derketî, dixwaze Başûr jî weke Bakur bi xwe deste dagirkerên Tirk. PKK ê hêza xwe li ser tirsê ava kiriye.
Vêca rastîya şahid kirina Xazî Salih bi vê çendê ve girêdaye. Di gel PKK ê ne ew qas rû û ne jî wêrkî heye ku derkeve bi eşkere bibêje min Xazî kuştiye. Lê di nava PKK ê de ew kesê ku Xazî Şehîd kirî niha weke qehreman tê binavkirin.
Xazî 5 zarok hene. Yê herî mezin kurê wî 19 salî ye. Navê wî Hejî ye û xwedîyê 4 qîza ye a herî bicûk 4 salî ye. PKK ê di ber çavê va ew zarokên weke tava heyvê Hêlîn, Solîn, Lorîn û Serîn bavê wan şehîd kir û ew êtîm hiştin. Niha vê çalakiya newêrek a terorîstî çi eleqe bi doza Kurdistanê ve heye? Bê goman çi eleqe bi kurdayetî ve nîne. Ew kesê ew gulle teqandî; Sarîn, Lorîn, Solîn, Hêlîn û hejî êtîm hiştî xwe weke qehreman dibîne. Lê belê ew tenê qatilekî bêmarêze. Tiştê kirî cînayetE. Ewê ev cînayete dayî kirin grûpa Enqere û dûfkê wan ya nêreker Besê Hozat e. Qatil dîyarin.
Ew niha dizanin ku başûr, Bakur e lê başûr ne Bakur e. Ev kesên hûn dikujin ne bê xwedanin. Gelê Başûr û eşîra Berwarî nahên vê lîstika we ya gemar. Eşkere dibêjin ev xwîn li erdê namîne.