Leşkerekî Tirk hat kuştin û yek jî birîndar bû

van-wan-turkey--army

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di encama teqîna mînekê de leşkerekî wan hat kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 18ê Tîrmeha 2022an li navçeya Şax a ser bi parêzgeha Wanê mînek teqiyaye û di encamê de leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê ev demeke li navend û navçeyên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê Eren Dorpêç-22 daye destpêkirin û heta niha berdewam e.

Pustên heman beş