Rojava di navbera rastî û derewên PKKê de

rojava-pkk-kurdistan-syria

Rêxistina PKKê di salvegera 10ê a “Şoreşa Rojava” de daxuyanî li asta jûr dan hema bi kurtasî go “bi xêra Apo Rojava bûye Rojava”, ked û zehmetiya gel ji bo Apo hesab kir, hema hema nego heger ne ji Apo be yêk çipka baranê li Rojava nabare.

Li gel destpêkirina şerê navxwe yê li Sûryê, fersendek zêrîn ji bo Kurdên Rojava derket holê ku mafên xwe dest bixin, lê belê her di zû de Rejîma Esed Partîya Yekêtîya Demokratîk baskê PKKê yê Rojava erikdar kir ku li dijî liv û tevgera Kurdan derkevin, li wê demê PKKê çirîska şoreşa rasteqîne ya Kurdî li wir bêdeng kir û qetilam çêkirin, bi kurtasî PYDê pêş Eejîma Esed ve şerekî bi wekalet li dijî Kurdan meşand.

Di qonaxa duyemîn de ku derketina terora DAIŞê bû, gelê Rojava berxwedan destpêkir û karîn paş pêtirî 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndaran serbikevin, lê belê PKKe ket vê perçeya welat de û go her tişt me kirîye, wê tu hesabek ji boy xwîna hezaran şehîdan nekir, go tişta ku çêbûy bi paradîgmaya Apo pêkhatîye!.

PKKe di salvegera «Şoreşa Rojava»! de çi peyamekê dide Tirkiyê

PKKê navê Kurdistan li wir qedexe kir, ala Kurdistanê qedexe kir, herî dawî navê Rojava jî qedexe kir û go ev der bakur û rojihlata Sûryê ye, ala wê Stêrka PKKê û sembola wê wêneya Zilamê Îmraliyê ye! Êncama vê hengava PKKê jî dagîrkerîya Rojava û jidestçûyna Efrîn, Serêkaniyê û Girê sipî bû.

19 Tîrmeha 2022 ê wê 10 sal bi ser vê berxwedana Rojava de derbas bibin, tevî ku îro jî ev perçeya welat li himber gefa dagîrkeriyeke nû a Tirkiyê ye, lê belê PKKe rabûye eynî sala 2018 ê kiriye û li asta jûr daxuyanî dane, PKKê di peyamên xwe de îşare daye dewleta Tirk ku PKKe û Apo xwediyên Rojava ne, pirsa li vir tê kirin eve: Gelo armanca PKKê ji van peyaman çî ye? Heger ne îstifzaz û rakêşana pêtir ya dewleta Tirk be ji boy kûrahîya Rojava!.

Apo: Tiştek nîne bi navê Rojava Kurdistanê

Rêberê zîndankiriyê PKKê di notên Îmraliyê de wexta behsa Rojava Kurdistanê dike dibêje: Tiştek nîne bi navê Rojava Kurdistanê, Kurdên ku li wir hene, li salên berê ji Bakurê Kurdistanê reviyane û li wir bicîh bûne.

Gelo ku ev nerîna rêberê PKKê be li ser Rojava, qey rêxistina vî rêberî wê çi xêrekê ji bo gelê vê perçeya welat çêbike, rêxistinek ku hemû partiyên welatparêz îmha kiribin û tek alî desthilat girtibe destê xwe, wê çi destkeftiyan ji bo Rojava çêbike, rêxistinek ku dibêje tişta li Rojava pêkhatî bi xêra Apo pêkhatiye û ked û zehmetiya gelê wê ji bo xwe hesab bike wê çawa paşerojekê ji boy wan ava bike.

Bi kurtasî li sala 2018 ê PKKê wêneyên Apo bilindkirin û bi van karên pirovakisyon Tirkiyê sê bajarên mezinên Rojava dagîrkirin, îro jî PKKe hatye û careke din dibêje Tirkiyê: Em xwediyên Rojava ne, ya rast PKKê yêk armanc ji van peyaman di vê demê de heye, ew jî rêxweşkirina li ber dagîrkeriyeke nû ya Tirkiyê ye.

Pustên heman beş