Demîrtaş mij û morana li ser xwastekên PKK’ê rakir

Demîrtaş mij û morana li ser xwastekên PKK’ê rakir

Memet Mêrdînî

Hêdî hêdî mij û morana li ser daxuyanî û twittên Selaheddîn Demîrtaşê hevserokê berê yê HDP’ê ku niha di zindana dewleta Tirkiyê de ye namîne û her tişt deşîfre dibe, daxuyaniya herî dawî ya Demîrtaş hinek ji hez û xwasteka PKK’ê û plana wê ya ji bo Bakurê Kurdistanê eşkere dike.

Herî dawî Selaheddîn Demîrtaş, li girtîxaneya Edirneyê bi rêya parêzerên xwe bersiv da kenala T24 û li ser têkilîyên di nêvbera HDP’ê û PKK’ê de ragihand, ti pêwendiya Partiya Demokratîka Gelan HDP’ê bi PKK’ê ve tuneye, ji boy ku vê axaftina xwe bi tirkan bide qebûl kirin jî ragihand, “em ji PKK’ê daxwaz dikin çekên xwe li dijî dewletê bê deng bike”.

Gelo bi rastî jî PKK’e û dewlet dijminin?!

A rast di bingehê siyaseta PKK’ê da dijberiya dewleta tirk tuneye û berevajî vê yekê siyaseta PKK’ê hêvênê xwe ji Kemalîzmê distîne û parastina dewletê ji bo xwe kiriye armanca sereke. Eve 40 salin civaka kurd texrîb dike, hewil dide kurdan bi dewleta tirk ve girê bide, daxuyaniya Demîrtaş jî bi zelalî vê yekê tekez dike û rastiyek din jî eşkere dike, ew jî eve ku heya niha dinêvbera PKK’ê û mîta Tirkiyê de têkilî hene û berdewam hevdîtin di nêvbera wan de tên kirin.

Pêş niha hevserokê berê yê HDP’ê, Selaheddîn Demîrtaş di parastina xweya doza Kobanê de behsa pêwendiyên dewleta Tirkiyê û PKK’ê kirbû û bi awayekê bi van pêwendiyan berevanî ji xwe kir û di derbarê pêwendiyên dewletê û PKK’ê da got: “berpirsên dewleta Tirkiyê, bi biryara Konseya Ewlekariya Neteweyê bi erêkirina Serokomar li gel rêveberê PKK’ê Ebdulla Ocalan hevdîtin encam dane. Di dema AK partiyê de 7 hevdîtinên girîng çêbûn. Niha jî dibe ku ev hevdîtin berdewam bin”.

Dewleta kûr dixwaze nefesekê bide PKK’ê

Hin ji Çavdêrên siyasî di wê bawerê de ne ku daxwaza Demîrtaş ya ji PKK’ê ku çekên xwe li dijî dewletê bêdeng bike jî di van hevdîtinan de hatiye nîqaşkirin, tê gotin ku ji ber têkçûnên berdewam yên PKK’ê li himber leşkirê Tirkiyê li her aliyekê, dewleta kûr a Tirkiyê biryar daye rê bi PKK’ê bidin nefesê bistîne û her ti nebe ji boy rakêşana soza kurdan di hilbijartinên çaverêkirî yên Tirkiyê de çek bên bêdeng kirin û li himber vê yekê jî bi cureyekê ji curan rêberê zindankirî yê PKK’ê bê azadkirin.

Her kes baş dizane niha li Bakurê Kurdistanê ti tişt bi navê “pirsgirêka kurdî” nemaye, dewleta kûr a Tirkiyê bi bikaranîna PKK’ê ev pirsgirêka gelê bindest yê kurd veguherandiye pirsgirêka azadiya kesekî, tev hêvî û daxwazên kurdan li Bakurê Kurdistanê bi azadiya Ocalan ve girê dane, PKK’ê bi siyaseta xwe gel wisa têgihandiye ku azadiya Ocalan yeksane bi azadiya Kurdistanê!.

Çavdêrên siyasî dibêjin, ev daxuyaniya Demîrtaş berdewamiya daxuyaniyên wî yên berêne dema gotî, “ji bo guherînên mezin amadebin. Bila herkes dest bide hev û li tenişta hevdû bisekine. Pîvana meya hevbeş Komara Demokrat e. Mala meya hevbeş Tirkiyaye. Dewleta meya hevbeş Komara Tirkiyaye”.

 Dibe ku mebesta Demîrtaş ji guherînên mezin ev be ku Ocalan bê azadkirin û bi vê yekê PKK’ê û partî û aliyên din yên ser bi wê ve vê yekê bi kurdên bakur bidin qebûlkirin ku azadiya Ocalan bi wateya azadiya Kurdistanê tê, ji ber ku piraniya gelê bakur ji aliyê PKK’ê ve hatiye gêj kirin û nikarin rastiya bi çavê xwe bibînin, ew wisa hatine perwerdekirin ku her tiştê PKK’e dibêje ew rast û diruste û nabe ti nîqaş li ser bê kirin, bê guman ya PKK’e jî dibêje ew komara demokratîke ya ku tirk dixwazin.

Pustên heman beş