Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Tirkiye bi tundî şermezar kir

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Tirkiye bi tundî şermezar kir

Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê li ser topbarana îro ya Zaxoyê ji aliyê tirkiyê ve ku têde 9 kes şehîd û 26 kes jî brîndar bûn daxuyaniyek da.

Naveroka daxuyaniyê bi vî awaye:

Em topbarana seyrangeha Perxê ya li sînorê Derkarê ya girêdayî rêveberiya serbixwe ya Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bi tundî şermezar dikin, ku mixabin bi sedema vê topbaranê hejmarek ji geştiyaran şehîd û birîndar bûne. Em ji malbatên şehîdan ra sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran ra jî şîfayê dixwazin.

Di dema borî da çendîn caran Herêma Kurdistanê li hundir û derveyê Îraqê da bûye armanca êrişan û ziyanên canî û madî gihandine welatiyên me. Divê hikûmeta federal û civaka navneteweyî ji bo pêşîlêgirtin û bidawîkirina van binpêkirinan bi bandortir bixebtin.

Şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên PKK’ê li navçeyên sînorî yên Herêma kurdIstanê bûne cihê metirsiya berdewam li ser welatiyên me.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê

20 Tîrmeha 2022

Pustên heman beş