Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê topbarankirina îro ya sînorê rêveberiya xweser a Zaxo daxuyaniyek belav kir û ragihand, “şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê li ser sînoran bi temamî hatiye redkirin û nayê qebûlkirin û asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên Navdewletîyên Iraqê xerab kiriye û bûye sedema valakirina sedan gundên navçeyê, em bombebarana îroya sînorê Zaxoyê bi tundî şermezar dikin, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û geştiyar li navçeyên cudayên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn”.
Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê bi vî awaye:
Em bombebarana îro ya sînorê Zaxoyê bi tundî şermezar dikin, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û geştiyar li navçeyên cuda yên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Bombebaran û dubarebûna şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê li ser sînoran bi temamî hatiye redkirin û nayê qebûlkirin û asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletîyên Iraqê xerab kiriye û bûye sedema valakirina sedan gundên navçeyê.
Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Nexweşxane û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê wê hemû alîkarî û xizmetguzariyan pêşkêşî birîndar û mexdûran bikin.
Divê artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer rawestînin û êdî li navçeyên sînorî nebin sedema kuştin û wêraniyê û şer û felaketa xwe li ser stûyê xelkê Herêma Kurdistanê rakin. Divê hikûmeta Îraqa federal hemû tedbîran werbigire ku pêşî li dubarebûna van tawanan bigre û ewlekariya welatên cîran ji xaka Iraqê nekeve metirsiyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê