Îraqê çi êrîş li ser artêşa Tirkiyê li Amêdiyê encam nedane

turkey-bamarni-kurdistan-duhok-iraq

Hat ragihandin ku li şeva derbasbûyî du balafirên bêmirov yên dewleta Îraqê, nuqteyên artêşa Tirkiyê yên li sînorê Amêdiyê bombebaran kirine, lê belê ev yêk nerast derket û çi nuqteyên artêşa Tirkiyê rastî çi êrîşekê nehatine.

Li şeva derbasbûyî weke bertek li himberî êrîşa Tirkiyê ya li sînorê Zaxo hatiye encam dayîn û têde 9 welatiyên Îraqê jiyana xwe ji dest dan û pêtirî 20 ên din birîndar bûn, hat ragihandin ku du balafirên bêmirov yên dewleta Îraqê li nuqteyên artêşa Tirkiyê yên li devera Amêdiyê xistine.

Skay News Erabia ev nûçeye ji hinek çavkaniyên ewlehiyê yên Bexdayê veguhest û bi awayekî lezgîn di sosyal medyayê deng veda.

Di vê derbarê de, çavkaniyên pêgeha Darka Mazî yên li Herêma Kurdistanê eşkere kirine ku li şeva derebasbûyî ti bingeh û nuqteyên artêşa Tirkiyê rastî ti êrîşekê nehatine.

Her wiha destnîşan kir, çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqî ev nûçe weke bertek tenê ji bo bêdeng kirina cadeya Îraqî parvekirine û tevî pêgeh û medyaya Erebî hejmareke herî zêde ya saziyên medyayê yên Başûrê Kurdistanê ev agahî ji Skay News ê girtin û wisa parvekirin her weke artêşa Îraqê tola qurbaniyên gundê Perexê hildaye!.

Pustên heman beş