Şovenîsta Bexdayê jiboy kurdan hêj jî diyar nebûye

Herêma Kurdistanê duh bûyereke dil bi êş jiyan kir, bûyera “Perexê” ya ku dewleta tirk a dagirker qetilamek têde encam dayî, heger kêfa kurdekî bi vê bûyerê hatibe, weke însan divê ew gumanê ji xwe bibe, ji ber ku ev jî weke bûyerên kuştina kurdan a dil bi êşe û ferhenga kurdan li ser aştî û mirovatiyê avabûye. Lê rastîya ku divê were îzah kirin eve, “Perexê” mij û doman li ser pirseke gewherî verevand, pirsa ku “heya Ereb nehatin qetil kirin Îraqê bertekeke wusa dijwar nîşanî Tirkiyê neda”, loma divê kurd vê pirsê ji xwe bikin, qey çima xwîna kurdan wisa herzane û ya Ereban pîroz e?

Armanca vê nivîsê ne foksa ser nejadperestiyê ye, lê emê hinek bûyerên ku li vê dawyê hatin jiyan kirin danîn ber çavan û hûn nirxandinê ji boy bikin.

10 sale Kurd bi eynî bûyera “Perexê” tên qetilkirin

Heger liv û tevgerên PKK’ê û Tirkiyê yên 10 salên rabûrî li Herêma Kurdistanê bînîn ziman, herî kêm 130 kurdên sivîl piranî jê ji Behdînanê bi eynî qetilama Perexê şehîd ketine, lêbelê tu carî deng ji kesê nehat, hikûmetên Îraqê carna bi şermokî şehîdkirina kurdan şermezar dikir û hew, ji vê girîngtir Îraqê ji PKK’ê re nego tu sebebî, jêre nego yê ku hincetan dide Tirkiye ku serweriya welat bixe jêr lingan hûnin, jêre nego kurdên me yên Îraqê bi sebeba we tên qetil kirin.

Bûyera Perexê û seyrana Nêrweîyan

Li behdînanê ev 10 salin sivîl, wezîfedar, gundî, cotkar û seyrançî dibin qurbaniyên şerê sexte yê di navbera Tirkiyê û PKK’ê de, pêşmerge ji aliyê PKK’ê ve tên armanc girtin, ji xwe li Amêdî, Dêralokê û Şêladzê dengê top û balefirên Tirkiyê pêtirî tekbîrên bangê xwedê tê bihîstin, lê ne rayedarên Îraqê û nejî Îraqiyan ji hevrêyên xwe tirkiyeya faşîst û PKK’eya kirêgirtiya dewletên dagirker re negot ev çima hûn wusa dikin.

Herî dawî bûyera li nêzî Bamernê pêkhatî, wexta Seyrana xelkê eşîra Nêrwe hatiye hedef girtin û du zarok şehîd ketîn, çima Îraqê helwestên dijwar nîşan neda, qey li vir dema Kurdekî belengaz bûyera “Perexê û ya Bamernê” dide bera hev çi bibêje?, qey ma mecbûr namîne bipirse çima wisa bi bê rumetî li xwîna zarokên kurdan tê mêze kirin?

Îstîsmarkirina bûyera Perexê

Ji dema qetilama “Perexê” û heya îro, Îraqî şil û mil, her wiha opozisyona Kurdistanê dûvkên Îranê yên li Silêmaniyê û alîgirên PKK’ê yên xwe di bin ebayê xebatkarên rojnamevaniyê û çalakvanên serbixwe de veşartî, Hikûmeta Kurdistanê rexne dikin û helwestên wê bi şermînok binav dikin, beşek dixwaze bûyera Perexê weke fersendekî li dijî Hikumetê îstîsmar bike, beşek dixwaze Îraqê bi xwedî helwest û Kurdistanê bê helwest nîşan bide, lê beşa sêyemîn bi zanebûn bûne dewama gotara Îranê, heşda şebî û PKK’ê.

Şovenîsta Bexdayê jiboy kurdan hêj jî diyar nebûye

Bi kurtasî divê kurd xwe nexapîne, divê kurd bizane heya ku “‘Ereb nehatin qetilkirin Bexda helwest li dijî Tirkiyê negirt”, divê ev yêk asta hizra şovenîsta Bexdayê ji boy kurdan diyar bike, me nedî wexta kurd bi eynî bûyera “Perexê” dihatin qetilkirin komîte li asta jûr wisa bi lezgînî bigihîjn Duhokê, me nedî kunsilxane û ala Tirkiyê bên şewtandin, gelo ma ev yêk cudatîya nêvbera xwîna kurdan û ya Ereban îzah nake?!.

Li dawyê jî em dibêjin divê medya Başûrê Kurdistanê nebe dewama gotara şovenîzma Ereb, Heşda Şebî û herweha PKK’ê, divê bi helwest û gotinên siyasetmedarên Bexdayê ve neyên xapandin û ewqas pêve mijûl nebe, ji berku yê ku pêwîste were şermezar kirin ne bi tenê dewleta Tirk a dagirkere belku dûvkên wê yên Qendîlê jî ne. Ya ku Îraqê, Îranê, Sûriyê û Tirkiyê ji hev cuda dike bi tenê nave, her çar eynî tiştin û dagirkerên Kurdistanê ne û hertim têhniyên xwîna paka kurdane.

Pustên heman beş