Hewleka PKKê ya revandina keçeka 10 salî rastî şkestinê hat

pkk-kck-zarok-revandin-qendil-haci-omeran

Rêxistina PKKê ji boy revandina keçeka 10 salî li yêk ji gundên Başûrê Kurdistanê 3 çekdar erikdar kirin, lêbelê ev hewl ji hêla bavê wê keçkê ve rastî şkestin hat.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, li şeva 19 ser 20 xizîrana îsal 2022 ê, 3 çekdarên PKKê yên bi navê “Şevîn, Şeyda û Zîlan” li gundê Şore yê grêdayî Hacî Omeran, hewl dane keçeka temen 10 sal ya bi navê “Sawîn Rizgar Îbrahîm birevînin”, lêbelê ev hewl ji hêla bavê keçkê ve rastî şkestinê hat kirin.

Destnîşan kir, paş ku bavê keçka 10 sal hîn bû ku ev çekdarên PKKê hatine ji boy ku keça wî birevînin, wî gef li çekdaran xwar .

Li gorî agahiyên destê me, her sê çekdarên PKKê ji bavê keçê re gotin ku bi sedema hebûna teyarên keşfê ew hatine nava gund û malan û niyeta wan a revandina keçkê tune bû.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, paş ku vê bûyerê li nava gund belav bû, Rojhat Nawêk berpirsê serbazî yê PKKê li sînorê gundê Gundejur xwest ku bavê keçka 10 salî bibîne, ev berpirsê PKKê li sînorê gundê Şore dima.

“Darka Mazî” hîn bû ku Rojhat ê berpirsê PKKê ji bavê keçkê re got: Çekdarên PKKê hewla revandina keça wî nedne, îşekî din ê wan hebû, me soz bi şêniyên gundên “Gundejur, Gelejêr û Şore” daye ku heger keç û ciwanên van gundan bi heza xwe jî bixwazin tevlî rêxistinê bibin, emê wan ji Qendîlê vegerînin.

Vî berpirsê PKKê her wiha ji bavê keçkê axaftina xwe wisa dewam kir: «Emê nehêlin şêniyên van gundan ji PKKê nîgeran bibin».

Bavê keçkê jî ji berpirsê PKKê re dibêje: «Ezê bawer ji van axaftinên we nekim, baweriya me ya tam heye ku ew 3 çekdar ji bo revandina keça min hatbûn gund, lêbelê ku wan karekî wisa kirba, minê ew kuştibane û nedihişt keça min revanidiban».

Hêjay gotinê ye, PKKe rêxistineke ji boy çêkirina şervanan, piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan hatiye tesbît kirin.

Pustên heman beş