“Keçelo navê min li te, Kumê min li serê te.”

“Keçelo navê min li te, Kumê min li serê te.”

Mustefa Kiliç

Malbata Barzanîyan ji sed salî zêdetir e,ji bo azadîya Kurdistanê tekoşînê didin.

Ji şehîdê Kurdistanê şêx Ebdulselam Barzanî,heya rehmetîyê şêx Ehmed Barzanî,ji şêx Ehmed Barzanî heya serokê netewî mele Mistefayê Barzanî û ji rehmetîyê mele Mistefa Barzanî heya sembolê serxwebûnê kek Mesûd Barzanî bûne hêlîna Kurdayetîyê.

Edî dost jî û dijminên netawa kurd jî baş dizanin ku xwedîyê tekoşîna doza azadîya Kurdistanê Barzanî ne.

Her dewlet û kesayetên sîyasî yên dinyayê baş dizanun ku,dewleta federal a başûrê Kurdistanê ancama ked û xebata barzanîyan û pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Dewletên ku welatê me dagir kirine,ji destkeftîyên me yên sîyasî yên başûrê Kurdistanê ne memnûn in.

Ji bo ku kurd îro,êdî ne bi tenêne û gelek ji dewletên cîhanê piştgirîya dewleta federal a başûrê kurdistanê dikin,dijminên me raste rast nikarin êrêşî Kurdistanê bikin û statuya sîyasî ya başûrê Kurdistanê tek bibin.

Lê, taşarona xwe ya PKKê kirine dewrê û li başûrê Kurdistanê bi PKKê re, alozîyan derdixînin,nahêlên îstîqrar çêbe û dixwazin rê liber Kurdistana serbixwe bigrin.

Di 1985 an de, PKKê di bin sîvana serxwebûnê de, li bakurê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir. Xortên kurd xapandin û wan birin şer.

Di encamê şer de jî PKKê bi sed hezaran xortên kurd da kuştin û bi kolandina hendekan re jî mîsyona xwe li bakurê Kurdistanê temam kir û li ser daxwaza dijmin çû başûr ,rojava û rojhilatê Kurdistanê.

Liser daxwaza îran û tirkîyê ,dixwaze beşên din ên Kurdistanê jî wêran bike.

Komkujîya zaxoyê jî yek ji lîstikên PKK,dewleta tirk û ya îranê ye.

Bila HDP ya kemalîst kuma PKK li serê PDKê neke û keçelê PKKê veneşêre.

Kujerên Zaxoyê PKK, dewletên Îran û Tirkîyê ne.

Xayin PKK ye ku, di bin daxwaza serxwebûna Kurdistanê de bi sedhezaran xortên kurd da kuştin,bakurê Kurdistanê wêran kir û dûre radestî dewleta tirk kir.

Xayin PKK ye ku îro ketîye dû demokratik kirina Tirkîyê û dibêje em dewleteke kurdî naxwazin û emê nehêlin sînorên ku îro hene bêne guhertin.

Xayinên herî mezin, ew Ereb û Tirkên kemalîstên ku HDPê birêve dibin û li ser xwîna kurdan tîcareta sîyasî dikin.

Bijî Kurdistana serbixwe.

Pustên heman beş