Pênc gerîlayên PKK’ê li Herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşa balefirên keşfê û jiyana xwe ji dest dan, cesedên wan jî hêjan li deriyê tunelê mane.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, şeva 28 ser 29 Xizîrana îsal 2022an li Herêma Heftenînê bi taybet li “Şîve Mêzê” 5 gerîlayên PKK’ê wexta ji tunelê derdikevin, balefira keşfê wan dibîne û yekser lê dixe û her 5 gerîlayan dikuje, dema dibe sihar, artêşa Tirkiyê tîmên “Xencer” dişîne cihê ku cenaze lê mayî.
Çavkaniyên Darka Mazî li wê herêmê destnîşan kirin, Tîmên Xencer çekên giran jî li gel çekê bi milê xwe ve birin, wexta gihiştinê, carek din jî wan cesedên gerîlayên mirî gullebaran kirin.
Li gorî agahiyên destê me de, cenazeyên her 5 gerîlayan hêjan li nêzî deriyê tunela Şîve Mêzê mane, û heya niha PKK’ê xwe li wan cenazeyan xwedî nederxistiye û ti hewlek cidî ji boy rakirin û bin ax kirina cenazeyên xwe nedaye, cenazeyên gerîlayan li wir di bin çengalên Çeqelan de bêy xwedî mane.
Tîmên Xencer kî ne û Çima heya niha PKK’ê çi yek ji wan nekuştiye?
Tîmên Xencer bi grûpên “Kontra Gerîla” tên nas kirin, ew ji cehşên kurd tên çêkirin, ev grûp ehlê pereyane û pir bi bêrehmî kuştinê dikin.
Artêşa Tirkiyê û Mît her cihekî xeternak be, Tîmên Xencer dişînin, ev tîm ji salên 90 ê ve li gel artêşa Tirkiyê û Mîtê kar dikin, heya niha bi dehan gerîla bi destên wan hatine tesfiye kirin, tişta ecêb ewe ku PKK’e vana nas dike lê heya niha çi kes ji wan bi destê PKK’ê nehatiye kuştin!!.