Pêşmergey planeke êrîşkirina li ser kêlgeha gazê ya Kormorê pûçkir

MUSHAK-KORMOR

Planeke êrîşkirina li ser kêlgeha Kormorê ya gazê, ji aliyê hêzeke Pêşmerge ve hat pûçkirin.

Serokatiya Erkana Hêzên 70 yên Pêşmerge di daxuyaniyekê de aşkere kir, piştî ku çend caran bi mûşekan êrîş li kêlgeha Kormorê hat kirin, hêzên wan li navçeyên ku valahiya ewlehê heye, dest bi lêkolîn, lêgerîn û operasyonê kirin û duhî 27ê Tîrmehê ew gihîştin cihê ku jê ve mûşek dihatin avêtin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, “Li wî cihî mûşek li ser barhilgireke ji cura Kia hatibûn danîn û hatibûn amadekirin ji bo careke din kêlgeha Kormorê bikine armanc. Ew mûşek hatin pûçkirin û dest bi barhilgir û mûşekan hat danîn”.

Ev yek di demekê de ye, di du mehên borî de, 4 caran êrîş li ser kêlgeha gazê ya Kormorê hatibû kirin û êrîşa dawî, roja 25ê Tîrmeha 2022an bû.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.

Pustên heman beş