Balafirên bêmirov yên dewleta Tirkiyê îro li başûrê Eyn Îsa yê Rojava Kurdistanê, otomobîlek bombebaran kirin û di encamê de 2 endamên Asayîşa PYDê hatin kuştin.
Droneke artêşa Tirkiyê îro roja pêncşemî 28\7\2022ê otomobîlek li başûrê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir û di encamê de 2 endamên Asayîşa PYDê hatin kuştin û du jî bi giranî birîndar bûn.
Di vê derbarê de Asayîşa PYDê ya bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, droneke artêşa Tirk otomobîlek li nêzî kampa Til El Semin ya koçberên Girê Sipî, li başûrê bajarokê Eyn Îsa kire armanc.
Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 2 endamên hêzên wan hatin kuştin ku yek ji nava wan jine û 2 endamên din jî bi giranî birîndar bûn.