Hatîce kî ye û çawa li Silêmaniyê hat kuştin?

hatice-hezer-kck-pkk-pjak-pyd-ypg-npg-slemani-turkey-mit

Îstixbarata dewleta Tirkiyê, rêvebera KCKê ya bi navê “Hatîce Hezer” li parêzgeha Silêmanyê kuşt û eşkere kir, tîma ku ev operasyon encam dayî, vegerîye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê îro roja pêncşemî 28\7\2022ê ragihand, endama konseya rêvebera PKK/KCK “Hatîce Hezer” bi kodnavê “Bêrîvan Zîlan” di operasyoneke taybeta istixbarata Tirkiyê (MITê) de li Silêmaniyê hatiye armanickirin û jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, cihê Hatîce Hezer ji aliyê MÎT’ê ve hatibû diyarkirin û paşê di operasyonekê de li Silêmaniyê hatiye armanckirin.

Li gor heman çavkaniyê, Hatîce Hezer di sala 1991ê da tevlî PKKê bûye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îdia kiriye, “tîmên ku beşdarî operasyonê bûn piştre bi silametî vegeriyan Tirkiyê”.

PKKê derbarê mijarê de hêj ti daxuyanî nedaye û ev îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyê hêj ji aliyê PKKê ve ne hatiye piştrastkirin û ne jî hatiye redkirin.

hatice-hezer-kck-pkk-pjak-pyd-ypg-npg--ferhat- (2)

Medyaya Tirkiyê ragihandiye ku Hezer di sala 2004’an de berpirsyara rêxistina jinan a KCK’ê PJA a şaxa Ermenistanê bûye, sala 2008’an di nav refên HPGê de û sala 2011an li kampa Mexmûrê berpirsyar bûye û di sala 2017an de li Rojavayê Kurdistanê berpirsa Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PJAK) bûye.

Hatîcer Hezer xwîşka parlamentera berê ya HDPê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturk e, herwiha xwîşka Mûsa Kazim Hezer e ku di sala 1998’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye.

Bi rastî jî Hatîce li Silêmaniyê hatîye kuştin?

Li gorî agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, Endama Konseya KCK’ê “Hatîce” ya bi kodnavê “Bêrîvan Zîlan” eşkere kirin ku Zîlan ne li navenda Silêmaniyê haitye hedef girtin.

Destnîşan kirin ku “Hatîce” li 17 Hizîrana îsal 2022ê li sînorê Kelarê hatîye hedef kirin, lê belê ji nû MÎTê kuştina wê îlan kir.

Li 17 Hizîranê li Kelarê çi qewimî bû?

Di 17ê Hizîranê da li navçeya Kelara devera Germîyan ya Herêma Kurdistanê, li dijî wesayitekê êrîşeka bi balafirên bê mirov pêk hat bû, di êrîşê da 4 kesan jiyana xwe winda kir, 3 jê jin bûn.

hatice-hezer-kck-pkk-pjak-pyd-ypg-npg--ferhat- (2)

Hat ragihandin ku di wê wesayîtê da yên jiyana xwe ji dest dane hemû endamên PKK’ê ne, li heman rojê meclîsa Rêvebera Rêveberiya Xweser a Rojava daxuyaniyek da û ragihand ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane rêveberê wan yê bi navê “Ferhad Şiblî” ye, lê belê navê hersê jinên mayî nehat zanîn.

Çavkaniyên me eşkere kirin, hersê jinên din yêk jê “Delal Ezîzoxlu” bi kodnavê “Raperîn Amed” bû, herweha jina din ya ku jiyana xwe ji dest day “Hatîce Hezer” bi kodnavê “Bêrîvan Zîlan” bû, jina sêyemîn jî hêjan nehatiye piştrast kirin.

Li gorî van agahîyan tişta ku îstixbarata dewleta Tirkiyê îro derbarê hedef girtina Zîlanê îlan kirî, ne wisaye, lê belê ya rast Hatîce li 17 Hizîranê di wesayîta Ferhad Şiblî de hatiye kuştin.

Pustên heman beş