Baregeheke artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê Sûryê bi roketan hat bombebaran kirin, 10 leşker û çete birîndar bûne.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan belav kir ku îro roja yekşemî 31/7/2022 ê hejmareke roketan bi baregeheke artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ya li nêzî gundê Sûfan yê li gundewarê bajarokê Sulokê li bakurê Reqqayê ketine û zirarên canî li pey êrîşê hatine.
Destnîşan kir, di encama êrîşê de ku ji navçeyên jêr desthilata Hêzên Sûryeya Demokratîk hatiye encam dayîn, 10 leşkerên Tirk û çeteyên wan birîndar bûne.
Nerîngehê eşkere kir ku leşkerên ku di êrîşê de birîndar bûne bi balafiran rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.