Polat Can daxwaza penaberiyê li Firansayê dike

polat-can-paris-hsd-qsd-pkk-mazloum-abdi-qandil-kck

Cêgirê serokê berê yê HSDê “Polat Can” ku çend mehan berê ji Rojava Kurdistanê reviya bû, niha li welatê Firansayê daxwaza mafê penaberiyê kirîye.

Pêgeha “Darka Mazî” weke yekem sazîya medyayî nûçeya reviyana Polat Can ji Rojava û nakokiyên wî yên bi rêxistina PKKê re parvekirbû.

“Darka Mazî” li roja 23 nîsana îsal 2022 eşkere kirbû ku li ser vexwendina Qendîlê Polat Can çend mehan berê derbasî bajêrê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bibû, ji bo ku ji wir biçe Qendîlê, “Darka Mazî” li wê demê, agahî derbarê pîlana PKKê ya ji boy Polat parvenekirbû, tenê hinek ji sedemên derketina wî ji Rojava eşkere kirbûn.

“Darka Mazî” hîn bû ku rêxistina PKKê biryara tasifye kirina Polat Can derxstibû û ji ber vê ew vexwend bû Qendîlê, lê belê Polat wexta gihîştî Silêmaniyê li wir bi vê pîlana PKKê dizane, loma ew ji wir diçe dewleta Îmaratê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirbûn, paş mayîna Polat Can ya çend mehan li dewleta Îmarata Erebî, ew niha gihîştiye dewleta Firansayê û li wir mafê penaberiyê xwestiye.

Îro jî hat raghandin ku Polat Can yê ku erka hemahengarê nêvbera hêzên HSDê û Kwalîsyona Navdewletî jî hebû, wî peymanek li gel Kwalîsyona navdewletî îmze kirbû ku êdî wêneyên Ocalan û PKKê li Rojava û navçeyên jêr destê Rêveberîya Xweser neyên bilind kirin.

Li ser vê îmzeya Polat Can, PKKê lekolîn destpêkir û her zû biryara tasfyekirina Polat da û Polat vexwend Qendîlê, lê belê Polat li Silêmaniyê bi vê pîlana Qendîlê dizane, loma ji wir diçe Îmaratê û xwe xelas dike.

Pustên heman beş