Berpirsekê payebilind yê PKKê û HSDê reviyaye Îmaratê

polat can-pkk-hsd-qendil-mazloum-abdi

“Polat Can” kadroyê payebilind yê PKKê û endamê hemahenigkar yê hêzên Sûryeya Demokratîk bi hêzên Koalîsyona Navdewletî re, ji ber derketina nakokîyan li nêvbera wî û Mazlûm Ebdî reviyaye Îmaratê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir, Polat Can bi fermana konseya PKKê li çiyayê Qendîlê û di bin givaşên “Bahoz Erdal” de bi nihênî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û demek bû li bajarê Silêmaniyê di ma, lê belê nikarî ji wir derbasî Qendîlê bibe.

Çavkaniyên me destinîşan kir, Polat bêy haydarîya Mazlûm Ebdî bi awayek nihênî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û çûye Silêmaniyê daku here çiyayê Qendîlê, lê belê paş ku Polat demekî li Silêmaniyê dimîne û PKKe wî derbasî Qendîlê nake, ji neçarî pêwendiyê bi “Mazlûm Ebdî” dike û ji wî re dibêje: “Ev demeke ez li Silêmaniyê daku derbasî Qendîlê bibim, lê belê ti ferman û telîmat û nizîkatyek ji min re nayê”.

polat can-pkk-hsd-qendil-mazloum-abdi (2)

Li ser vê yekê Polat can daxwaza telîmatan ji Mazlûm Ebdî dike, lê ji ber ku Polat bi nihênî û bêy haydarkirina Mazlûm derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, Mazlûm pir hêrs bûye û nerazîbûna xwe ji Polat re diyar kirîye û ji wî re raghandîye, “ji ber ku tu bêy destûrîya min derbasî başûr bûyî, ez ne amademe ti mudaxeleya vê mijarê bikim”.

Her wiha çavkaniyên me tekez kir, piştî vê yekê mazlûm Ebdî, Polat Can ji erka wî weke hemahenigkarê Hêzên Surya Demokratîk bi hêzên Koalîsyona Navdewletî re dûr xistîye, ji aliyê xwe ve Polat Can jî ji vê helwesta Mazlûm Ebdî ciz bûye û pirisgrêkên herî kûr di nêvbera wan de derketine.

polat can-pkk-hsd-qendil-mazloum-abdi (1)

Çavkaniyên me her wiha tekez kir, li ser vê pirisgrêkê Polat can aciz bûye û li meha kanûna duyemîn ya îsal 2022ê çûye dewleta Îmarata Erebî û heya niha amade nebûye vegere.

Pustên heman beş