Asayîşa PYDê dibêje MITê Nusret Tebiş nekuştiye

Asayîşa PYDê ya bi navê Hêzên Ewlekarya Hundirîn, derbarê kuştina rayedarê PKKê û Rêveberîya Xweser yê bi navê Nusret Tebiş daxuyanî da û gotî îsixtbarata Tirkiyê ew nekuştiye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ajansa Andolu yê roja 30ê temûzê raghanidbû, kesek bi navê Nusret Tebiş yê bi nasnavê Rustem, di operasyoneke taybet ya MITê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.

Di nûçeyê de hatibû gotin, ku Tebiş yek ji bikerên teqîna 27ê Temûza 2008an a li navçeya Gûngûren a Stenbolê ye ku di encamê de 18 kes hatibûn kuştin û 154 kes jî birîndar bûbûn.

Derbarê mijarê de Asayîşa PYDê daxuyaniyek belav kir û nûçeya medyaya fermî ya Tirkiyê red kir.

Asayîşa PYDê gotiye ku tu tîmên MITê operaysyoneke bi wî awayî li Hesekê encam nedaye û ev yêk bi temamî dûrî rastiyê ye.

Pustên heman beş