Amerîka daxwaza cîbicîkirina Peymana Şingalê dike

Amerîka daxwaza cîbicîkirina Peymana Şingalê dike

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir ku rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarkirina Êzdiyan ji destê rêxistina terorîst a DAŞIê pêk bînin.

Romanowski di Twîtterê de wiha got: “Em bang li hemû aliyan dikin ku Peymana Şengalê û yasaya rizgarkirina Êzidiyan ji destê DAIŞê pêk bînin.”

Li 9 oktobera sala 2021, hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê îlan kir ku peymana asayî kirina rewşa Şingalê hatîye îmze kirin, li gorî peymanê pêwîste PKK e mîlîşyayên girêday wê ji Şingalê derkevin, lê belê hêjan ev yêk pêknehatîye.

Di ser dagirkirina Şengalê ya ji aliyê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam DAIŞê û qirkirina Êzdiyan ve 8 sal derbas bûn.

Roja 13/11/2015 Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di operasyoneke bi serpereştiya Serok Barzanî de Şingal ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Pustên heman beş