Serok Barzanî û Bafel Talebanî civiyan

Serok Barzanî û Bafel Talebanî civiyan

Serok Mesûd Barzanî îro roja pêncşemê li Pîrmam pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî kir.

Di civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên jî amade bûn, ji bo nirxandina rewşa niha ya Iraqê û pêşhatên wê, gotûbêj û danûstandina fikr û nêrînan hat kirin.

Hat eşkerekirin ku di civînê de ji bo yekxistina nav mala Kurdî biryar hat dayîn: Kar bikin ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember wan astengiyên ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û civînên ji bo vê mebestê werin berdewamkirin.

Pustên heman beş