NY: Heta niha 200 hezar êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

NY: Heta niha 200 hezar êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

Neteweyên Yekbûyî îro pêncşemê ragihand, zêdetirî 200 hezar kurdên êzidî ku ji jenosîda DAIŞê rizgar bûne, hîn jî li Herêma Kurdistanê aware ne.

Rêxistina Navdewletî ya Karûbarên Awareyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir, pêwîstiyên awareyên êzidî (ku heta niha piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn) gelek zêde ne.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, dijwariya jiyana awareyên Êzidî wisa dike ku tenê pêwîstiyên xwe yên rojane daxwaz bikin.

Neteweyên Yekbûyî ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî daxwaz dike, keş û hewayek pêk bînin ku bûyerên bi ser Êzidiyan de hatine, dubare nebin û ji bo vegera wan a bo jiyan û avedankirina deverên wan, alîkar bin.

Sala borî tîmeke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî belgeyên berdest ên li ser jenosîda Êzidiyan eşkere kirin. Li gor zanyariyên wê tîmê, heta niha jî 2700 Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine windakirin.

Pustên heman beş