Li Zaxo 3 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Li Zaxo 3 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Li îdareya serbixwe ya Zaxoyê 3 bazirganên madeyên hişber ji aliyê asayîşa Zaxo ve hatin girtin.

Li gor zanyariyên BasNewsê rêveberiya asayîşa îdareya serbixwe ya Zaxo bi hewkarî li gel encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê ve karîn 3 bazirganên madeyên hişber li Zaxo hatin girtin.

Herwaha hat zanîn ku di dema girtina wan hersê bazirganên madeyên hişber 80 gram madeyên hişber li gel wan bûye û ew jî dest li ser hatiye danîn û madeyên hişber jî pêkdihat ji krîstal, meicun, eroîn, şûşe û du teraziyên kêşanê yên taybet ji bo madeyên hişber jî li gel wan hatiye girtin.

Yek ji wan bazirganan rûniştanê Herêma Kurdistanê ye û herdu kesên din xelkê derveyî Herêma Kurdistanê ne.

Pustên heman beş