Artêşa Israîlî: Serkirdayetiya Tevgera Cîhadê hat bêbandorkirin

gaza-israil-gehad-palastin

Artêşa Îsraîlê ragihand, nêzîkî 20 endamên Tevgera Cîhada Îslamî hatine desteserkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzayê jî ragihand, li Xezzayê 6 jê zarok, 32 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê îro Yekşemê ragihand, serkirdayetiya bilind a Tevgera Cîhada Îslamî li Xezzayê hatiye bêbandorkirin, piştî ku artêşê kuştina fermandarê herêma başûr a Tevgera Cîhadê Xalid Mensûr, li Gazayê ragihand.

Ev yek di demekê de ye ku artêşa Israîlî ragihand, wan nêzîkî 20 endamên Cîhada Îslamî li Bereva Rojava desteser kirine.

Roja Înê, Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Xezzayê pêk anîn û di encamê de 7 kes hatin kuştin, ku di nav wan de Taysir el-Ceberî, yek ji serkirdeyên navdar ê Tevgera Cîhadê li Xezayê hebû.

Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Aviv Kohavî duhî Şemiyê ragihand, welatê wî dê derbeyeke kujer li Tevgera Cîhada Îslamî li herêma Xazayê bide.

Her wiha li gorî berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraei li ser Twitterê got: “Planên me yên cûrbecûr hene. Em rê nadin ku ti rêxistin li vir, li bakur û li Bereva Rojava ziyanê bigihîne serweriya dewleta Îsraîlê”.

Îsraîl dibêje, ew neçar bû ku operasyonek “pêşgir” li dijî Tevgera Cîhada Îslamî bide destpêkirin. Tekez dike jî, Tevgera Cîhadê plana êrîşek nêzîk dikir.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Xezzayê ragihand, li Xezzayê 6 jê zarok, 32 kes hatin kuştin û zêdetir ji 215 kesî birîndar bûn.

Pustên heman beş